Ilham Ehmed: Hikûmeta Tirk yekîtiya gel û axa Sûriyê hedef digire

Ilham Ehmed: Hikûmeta Tirk yekîtiya gel û axa Sûriyê hedef digire
5 adar, 2018   14:21

HELEB – Hevseroka MSD′ê Ilham Ehmed bi şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê re civiya û da zanîn ku hikûmeta Tirk dixwaze bi êrîşên li ser herêma Efrînê yekîtiya gel û axa Sûriyê derb bike.

TEV-DEM ji bo nirxandina rewşa siyasî ya Sûriyê û cîhanê bi şêniyên taxa Şêxmesûd a Helebê re civiya. Di civînê de bi sedan şêniyên herêmê û Hevseroka MSD′ê Ilham Ehmed amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Ilham Ehmed axivî û diyar kir ku ji siyasetên ku dewleta Tirk li Rojhilata Navîn dide meşandin tê xuyakirin ku ew dixwaze serdema Osmanî vejîn bike.

 

Ilham ev nirxandin kir, ″Tirkiye bi piştgiriya Rûsya êrîşî herêma Efrînê dike û li dijî gelê herêmê kiryarên hovane dike. Di encamê de bi sedan zarok û jin hatin kuştin. li Kantona Efrînê zêdeyî milyon û 200 sivîl dijîn. Her wiha bi sedan koçber ji ber rewşa şer li herêmê bi cih bûne. Tevî vê yekê jî dewleta Tirk bi îsrar dixwaze plana xwe ya dagirkeriyê pêk bîne û demografiya herêmê biguhere. Bêdengiya navneteweyî jî dihêle ku dewleta Tirk komkujiyên li dijî sivîlan bidomîne.″

Ilham anî ziman ku armanca sereke ya dewleta Tirk, dagirkirina Efrînê û derbkirina yekîtiya gelên herêmê ye.

Ilham wiha axivî, ″Ji roja destpêkê ya aloziya Sûriyê ve amade ne ku bi aliyên Sûrî danûstandinan bikin, da aloziyê çareser bikin. Dewleta Tirk dewleteke dagirker e.″

Ilham di dawiya axaftina xwe anî got ku wê gelê Efrînê yê qehreman axa welatê xwe biparêzin.

Civîn bi dirûşmeyên ″Bijî berxwedana Efrînê″ bi dawî bû.

(mm)

ANHA