‘Dewleta Tirk bi hedefgirtina sivîlan qanûnên navdewletî binpê dike‘

‘Dewleta Tirk bi hedefgirtina sivîlan qanûnên navdewletî binpê dike‘
27 sibat 2018   07:55

NEJBÎR OSMAN – SOZDAR CEMÎL

QAMIŞLO – Endamê Partiya Hawîrdor – Kesk a Siwêdê û Parlemanterê Siwêdî Cebar Emîn destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêma Efrînê û hedefgirtina sivîlan li dijî qanûnên navdewletî ye û da zanîn ku binçavkirina Muslim komployeke li dijî Berxwedana Serdemê ye.

Endamê Partiya Hawîrdor – Kesk a Siwêdê û Parlemanterê Siwêdî Cebar Emîn bi armanca piştgiriya bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê di deriyê sînorê yê Sêmalka re ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Cebar Emîn ji ajansa me re axivî û  diyar kir ku ew bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê hate Rojava û got ku Partiya Hawîrdor – Kesk a Siwêdê êrîşên li ser Efrînê şermezar dike.

Emîn bi bîr xist ku berxwedana Efrînê derbasî meha xwe ya dûyemîn dibe, êrîşên hovane yên artêşa Tirk ên li dijî sivîlan berdewam e, kiryarên wê qanûnên navnetewî bin pê dike.

Cebar Emîn got “Tirkiyê, kî banga azadiya xwe bike, wan bi terorîst bi nav dike, ji ber vê yekê hevserokê berê yê PYD‘ê Salih Muslim binçav kir. Dewleta Çek ku bi daxwaza Tirkiyê Salih Muslim binçav kir şaşîtiyeke mezin kir.”

Emîn got “Salih Muslim kesayeteke demokratîk e, ji bo doza gelê Bakurê Sûriyê, Kurd, Ereb û Suryan tevdigere, hemû tewanên derheqê wî de hatin kirin ne di cihê xwe de ne, binçavkirina Muslim komployeke li dijî gelê Kurd û Berxwedana Serdemê ye.”

Cebar Emîn di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku werin Rojava û kiryarên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û binpêkirinên wê belge bikin.

(bb)

ANHA