Hebîb: Şerê Efrînê encama nakokiyên hêzên navneteweyî ye

Endamê Desteya Serokatiyê ya MSDꞌê Hikmet Hebîb destnîşan kir ku hemû dewletên ku ewlehiya navneteweyî girtine ser milên xwe, ji bo rawestandina şer karê ku pêwîst e bê kirin nake.

Hebîb: Şerê Efrînê encama nakokiyên hêzên navneteweyî ye
28 sibat 2018   05:04

SEMÎRA DAWÛD

GIRÊ SPΠ– Endamê Desteya Serokatiyê ya MSDꞌê Hikmet Hebîb destnîşan kir ku hemû dewletên ku ewlehiya navneteweyî girtine ser milên xwe, ji bo rawestandina şer karê ku pêwîst e bê kirin nake.

Hikmet Hebîb wiha diyar kir,”Rewşa herêmê ya niha encama lihevketinên berjewendiyên navneteweyî û herêmî ye. Armanca van dewletan derbkirina projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Her wiha herêm were dagirkirin, siyaset û armancên taybet ên dewletan werin pêkanîn.”

Ajansa Nûçeyan a Hawarê hevpeyvînek bi Hikmet Hebîb re çêkir. Di hevpeyvînê de, Hikmet Hebîb derbarê pêşketinên di qada siyasî û leşkerî de axivî û wiha got,”Aloziya Sûriyê di dawiya sala xwe ya 7ꞌemîn re derbas dibe û hêj şerekî mezin li herêmê rû dide. Ev şer encama lihevketina berjewendiyên nevneteweyî û herêmî ye. Em li Bakurê Sûriyê derbarê bûyerên ku li hundirê Sûriyê rû didin de xwedî nêrîneke cuda ne. Ji ber dema ku civaka navneteweyî bi civîn û komployên xwe ve mijûl dibû û tu biryar ji bo agirbestê nedidan, me berê xwe da şerê li dijî terorê û me parastina binyada welatê xwe kir.”

′Heta îtîraf bi QSD′ê neyê kirin, rewşa Sûriyê aram nabe′

Hikmet Hebîb di berdewamiya axaftina xwe de got,”Eger MSD′ê cihê xwe di civînên navneteweyî yên ji bo rewşa Sûriyê de negire, tu aştî û aramî li Sûriyê pêk nayê. Ji ber ku hêza siyasî ya MSD û hêza hêza leşkerî ya QSD′ê tekane hêzên ku li ser erdê şerê terorê kirin, parastina xakê kirin û heya niha jî xaka Sûriyê diparêzin.”

Hebîb wiha pê de çû,”Tevî hemû serkeftinên mezin ên ku hatine bidestxistin, QSD′ bi zanebûn weke hêzeke tune tê nirxandin, bi taybetî ji hêla Tirkiyê ve. Tirkiye zextê li ser civaka navneteweyî dike da ku QSD′ê beşdarî civînên weke Cinêvê nebe.”

′Dewleta Tirk ji projeya Netewa Demokratîk û biratiya gelan ditirse′

Hebîb axaftina wiha dewam kir, “Piştî ku QSD′ê Bajarê Reqayê rizgar kir û niha li Dêrazorê şer dike, hikûmeta AKP′ê tengezar bû. Ji ber vê yekê hemû zagonên navneteweyî binpê kir û êrîşên li ser Efrînê da destpêkirin. Bi êrîşa li ser Efrînê careke din dagirkeriya xwe tekez dike, weke çawa berî niha Cerablus, Ezaz û Bab ji bo avakirina dewleta xwe ya Osmanî dagir kir, dixwaze wisa li Efrînê jî bike.″

Tê zanîn ku dewleta Tirk ji 20ꞌê meha çileya derbasbûyî ve êrîşî herêma Efrînê dike û di van êrîşan de komên çete ji bermahiyên DAIŞ, Nusra û El-Qaîde bi kar tîne.

Hikmet got ku baweriya wî heye ku Efrîn dikare bi saya gel û qehremanên xwe li dijî faşîzmê bi ser bikeve.

Hikmet di dawiya axaftina xwe de ev bang li civaka navneteweyî kir, “Gelê Sûriyê û Bakurê Sûriyê tê kuştin. Balafirên Tirk bajarekî bi ewle ku tu çete derbasî wê nebûne, bombebaran dikin. Dewleta Tirk bi behaneya şerê li dijî terorê dixwaze êrîşa li ser Efrînê rewa bike. Diyar e ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Efrîn bajarekî bi ewle ye û hemû gelê Sûrî pêşwazî kir. Ji bilî van tiştan jî ev êrîş weke destdirîjiyekê li ser serweriya Sûriyê ye.”

Her wiha Hebîb bang li Hikûmeta Sûriyê kir ku helwesteke cidî li hemberî vê êrîşê nîşan bide. Hebîb tirsa xwe anî ziman ku dibetî heye bazareke navneteweyî ji bo radestkirine Efrînê hebe, weke çawa Idlib radestî Tirkiyê kirin, wisa li Efrînê jî bikin û got, “Tu cudahî di navbera Erdogan û DAIŞꞌê de tune ye û kiriyarên ku Artêşa Tirk dike, vê yekê piştrast dike.”

(dr/mm)

ANHA