Şaredariyên Swêdê ji bo Efrînê dest bi kampanya alîkariyê dikin

Şaredariyên Swêdê ji bo Efrînê dest bi kampanya alîkariyê dikin
1 adar 2018   06:22

NAVENDA NÛÇEYAN – Şaredarê bajarê Avesta yê herêma Dalarna ya Swêdê Lars Isacsson got, ji bo Efrînê ku bûye hedefa êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, wê li gelemperiya Swêdê dest bi kampanya alîkariyê bikin.

Heyetke ji Navenda Civaka Demokratîk a Avesta, ji bo hevdîtinê bi rêveberên şaredariyê re li ser gef û êrîşên li dijî Efrînê tên kirin li dar bixin, kete nava hewldanan.

Civîna destpêkê li avahiya şaredariyê pêk hat û tevî malbatên Efrînî, şoreşgerên Tirkiyeyî û rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Avesta jî tevlî bûn.

Heyetê ji Şaredarê Avesta Isacsson re qala sedem û encamên êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê kir, wêneyên sivîlên ji ber van êrîşan jiyana xwe ji dest dan nîşan da û jê xwest ku li dijî komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, şaredarî bikeve nava hewldanan.

Hevdîtina duyemîn jî piştî hefteyekê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Avestayê pêk hat. Tevî Îsacsson, Parlamenterê ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat Patrîk Engstrom jî tevlî civînê bû.

Di civînê de li hev hate kirin ku kampanyayek ji bo piştgiriya bi Efrînê re bê destpêkirin, Isacsson belavokeke piştgiriyê binivîsîne, ev belavok ji hemû şaredariyên li Swêdê re bê şandin û ji şaredaran bê xwestin ku mohra xwe deynin binî.

Di civînê de wekî din biryar hate dayin ku ji bo kampanya îmzeyan bê bihîstin gotarek were nivîsandin, ji çapemeniya herêmî re bê şandin, heyetek ji Avestayê serdana parlamentê bike û bi parlamenteran re hevdîtinê bike.