130 rewşenbîran banga bidawîkirina tecrîdê kir

Nivîskarên Kurd têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daxuyani dan û diyar kirin ku di çarçoveya hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan de gavên çêker bavêjin û wiha gotin: “Divê tecrîda bê bidawîkirin û rê û deriyên diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re biawayekî mayînde bên vekirin.”

130 rewşenbîran banga bidawîkirina tecrîdê kir
19 tîrmeh, 2026   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

130 nivîskarên Kurd ên li Amedê, bajarên derdorê û derveyî welat têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyanî dane çapemeniyê. Endam û nûnerên komeleyê û gelek nivîskar tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê bi Kurmancî ji aliyê endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Hasan Ozguneş ve hat xwendin.

Hasan Ozguneş diyar kir ku gelê Kurd bi sekn û hewldanên xwe yên ji bo aştî û aramiyê, bi têkoşîna xwe ya ji bo avakirina civak û jiyaneke pêşverû, xwereng û demokratîk a li Kurdistanê û li tevahiya Rojhilata Navîn,  her roj hinekî din dengê xwe yê zîz bilindtir dike û wiha pêde çû: “Gelê Kurd sedsala borî nîşanî tevahiya desthilatdarên li Rojhilata Navîn û cîhanê daye ku bi tunehesibandina ziman, çand, bawerî, gel û hemû cureyên cihêrengiyan, bi binpêkirina mafên mirovan, bi rêgirtina li ber mafê azadiya derbirînê, avakirina jiyaneke xweştir pêkan nîn e. Ligel ku li çar aliyên Kurdistanê şer hene û qeyranên heyî her ku diçe kûrtir dibin jî, gelê Kurd û siyaseta Kurdan dev ji israra xwe ya di aştî û aramiyê de bernadin. Dîsa ligel dehfik û daxwazên hêzên hegemonîk û şerxwaz, li gel êrîşên desthilatdarên xwe, gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê hem hewl dide xwe ji şer û pevçûnan biparêze û hem jî hewl dide ku jiyaneke hevpar a ku ji bo tevahiya mirovahiyê bibe mînak, ava bike.”

Ozguneş da zanîn ku ev nêzî du salane ku şerê ku nêzî nîvsedsalekê li Bakurê Kurdistanê didomiya, bi hêviya pêkhatina aştiyeke birûmet û mayînde rawestiyaye û ev tişt gotin: “Ev derfeteke gelekî girînge ku divê bi baldarî û hestiyariyeke zêde bê bikaranîn. Di vê qonaxê de, wek rewşenbîrên Kurdistanê ji bo rê û deriyên diyalogê vebin em xwe berpirsiyar dibînin ku rayedar bên teşwîqkirin. Lewre em di wê baweriyê de ne ku divê tevahiya arîşeyan bi diyalogê bên çareserkirin. Nijadperestî û netewedewletê sedsalek berhewa kirin, divê di sedsala nû de wekhevî û demokrasî bi ser kevin. Divê hemû nasnameyên etnîkî, çandî û olî bikaribin bi awayekî azad bi hev re bijîn. Divê azadiya jinan pêk bê û dengê ciwanan li her derê bikaribe berz bibe.

Hasan Ozguneş anî ziman ku polîtîkayên înkar û tecrîdê yên ku di destê desthilatdaran de bûne amûrên birêvebirinê yên ku bi dehan salane tên ceribandin, bi têkoşîn û berxwedana gelê Kurd êdî riziyane û bêwate bûne û wiha domand: “Dorpêça siyasî û bîrdozî ya li ser gelê Kurd hatiye belavkirin. Polîtîkayên şer û tecrîdê yên ku qeyranên civakî û aboriyê kûrtir dikin êdî bi hişekî û zimanekî zelaltir ji aliyê rêjeyeke zêde ya civakê ve tên redkirin. Tevahiya civakê dizane û dipejirîne ku Serokê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan muxatabê sereke yê vê pêvajoyê ye û aliyekî vê pêvajoyê bi yekdengî cenabê wî wek sermuzakerevan pênase û destnîşan dike. Lewre em, yên ku navên wan li jêrê ne, ji hemû kes, sazî, rêxistin, desthilatdarî û aliyên ku xwe wek berpirsiyar dibînindixwazin ku demildest dev ji polîtîkayên şer û tecrîdê berdin û di çarçoveya hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan de gavên çêker bavêjin. Divê rê û deriyên diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re bi awayekî mayînde bên vekirin, tecrîda li ser wî bê bidawîkirin da ku bi rêya diyalog û danûstendinan kêşe û arîşe çareser bibe, daxwaza aştî û azadiya civakî ya gelan pêk bê. Her wiha, em bangî tevahiya nivîskar, rewşenbîr, wêjekar û ramanwerên xwe yên ku xwe berpirsyarên azadiya civakê, çavkaniya demokratîk û siyaseta demokratîk dibînin dikin ku bi hestyariyeke entelektuel, dengê xwe li dengê me zêde bikin.

Navên nivîskarên ku piştgiriyê dane bangê evin:

Mûsa Şanak

Rifat Ronî

Abdurrahman Bakir

Turabî Kîşîn

Mehmet Faysal Ozdemîr

Masûm Xemgîn

Cemal Babaoglu

Adil Qazî

Ercan

Ahmet Yalçinkaya

Mîrza Mihemedê Şêrwî

Diba Ermîş Keskîn

Gulîzar Seyhan

Eyyup Guven

Yasemîn Demîrkaya

Kayahan Şan

Ahmet Çavli

Bîrgul Ozgul

Cuneyt Demîr

Mevlût

Xembar Farqinî

M. Şîrîn Burga

Şahabettîn Demîr

Yaşar Kaya

Hatîce Dayan

Adîle Ozer

Veliî Bîngoltekîn

Mehmet Guzel

Abdulmenaf Dînler

Ahmet Has

Messo Bedirxanî

Hogir Berbir

Bedirhan Alakûş

Kahraman Oguz

Metîn Ozkan

Salihê Mewali

Nurettîn Gokalp

Mazîçinê

Abdullah Ongullu Şêrwî

Huseyîn Taşdemîr

Tahsîn Aktaş

Halîl Dogan

Jêhat Rojhilat

Mehmet Akdogan

Leyla Saraç

Rohat Bulut

Haci Ozkal

Îsmaîl Dîndar

Mîhdî Perînçek

Rodî Zinar

Feratê Dengizî

Ahmet Tekdemîr

Hasan Ozguneş

Şehrîban Defîşet

Nazim Kok

Aytenxan

Mesût Uçkaç

Cebelî Akyol / Zaza Cebelî

Nûrcan Delîl

Reyhan Serhan

Rêdûr Dîjle

Fatêxan Taşli Tunç

Gulan Zozan

Fevzî Çetîn

Şevger Çolo

Yousef Mantk

Melevan Resûl

Elîxan Loran

Kamiran Simo Hêdilî

Kemal Bakan

Mehmet Saît Arzû

Yasemin Elban

Bahadîn Robar

Servet Ozkan

Herdem Merwanî

Mem Bawer

Mîna Acer

Serhildan Azad

Rojbîn Perîşan

Sebrî Vûral

Bedrî Adanir

Mehmet Soğut

Muslum Aslan

Mehmet Karakûş

Osman Kapan

Ednan Dogan

Enver Enkî

Brûsk Bagok

Weysel Avci

Elmo Begarî

Mehmet Şahîn

Huseyîn Surgeç

Sedat Can

Roger Sozdar

Niyazi Yaşar

Vasfi Ak

Ziya Şekir

Aziz Aksu

Serkeft Botan

Mahmut Baril

Seyrana Celad

Siwar

Semire Demirel

Emin Aksu

Roza Metîna

Edip Berk

Sultan Yaray

Weysî Varli

Weysel TIRPAN

Ahmet Çelik

Yaşar Eroglu

Ahmet Tamîr

Orhan Sakci

Azad Zal

Esra Sadikoglu

Leylana Siddiq

Aryen Mendi

Mulkiye Tekin

Dildar Welat

Arzu Savaş Derman

Suphi Soylemez

Ronahî Farqînî

War Botan

Mehmet Veli Karadeniz

M. Çiya Mazî

Roj Agir

Nesrîn Navdar

Adîl Ercan

Omer Fîdan

Mehmet Devîren