‘Gelê herêmê azadiya li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan hilbijartiye’

Şêniyên Til Hemîsê diyar kir ku “gelê herêmê azadiya li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan hilbijartiye” û li ser rêgezên civaka demokratîk ku bingeha wê wekhevî û edalet e, pergala xwe ava kiriye.

‘Gelê herêmê azadiya li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan hilbijartiye’
‘Gelê herêmê azadiya li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan hilbijartiye’
‘Gelê herêmê azadiya li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan hilbijartiye’
‘Gelê herêmê azadiya li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan hilbijartiye’
27 tebax, 2024   14:36
QAMIŞLO

Partiya Muhafazekaran li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê bi armanca xurtkirina tevna nîştimanî ya di navbera pêkhateyan de, civînek li dar xist.

Hevserokê partiyê yê Til Hemîsê Ferec Îbrahîm El Hesen di civînê de axivî û behsa girîngiya helwesta şêniyan a li hember komployên li dijî herêmê kir û got: "Gelê herêmê azadiya li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan, avakirina pergala xwe li ser rêgezên civaka demokratîk a ekolojîk ku bingeha wê edalet û wekhevî ye, hilbijartiye."

‘DEST BI DEST EM Ê WELAT AVA BIKIN’

Dûre beşdarên civînê nêrînên xwe parve kirin û destnîşan kir ku ji bo avakirina civakeke demokratîk a ekolojîk, bi taybet di vê pêvajoyê de ku gelek alî dixwazin fitneyê di navbera pêkhateyan de derxin, divê hişmendiya şêniyan were xurtkirin.

Her wiha diyar kirin ku ji bo ku ev hişmendî bê xurtkirin divê civînên wisa berdewam bikin. Beşdaran teqezî bi gotina "dest bi dest welatê xwe ava bikin" kir.

(şx)

ANHA