ˋRubio ji Ebdî û El Şêbanî re ragihand ku Washington piştgiriyê dide Sûriyeyeke aramˊ

Cîgirê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott da zanîn ku Marco Rubio di hevdîtina xwe ya bi Mazlûm Ebdî û Esed El Şêbanî re li Munîhê de piştgiriya Washingtonê ji bo Sûriyeyeke aram ku rêzê ji hindikahiyên etnîkî û olî re digire nîşan da.

ˋRubio ji Ebdî û El Şêbanî re ragihand ku Washington piştgiriyê dide Sûriyeyeke aramˊ
15 sibat, 2026   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Wezîrê Derve yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Esed El Şêbanî re civiya.

Bigot destnîşan kir ku di hevdîtinê de, wezîrê Rubio teqezî li ser piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo Sûriyeyeke aram ku bi cîranên xwe re di aştiyê de be û rêzê li mafên hemû pêkhateyên xwe, di nav de hindikahiyên etnîkî û olî jî bigire kir. Rubio da zanîn ku Washington îstîqrara berfireh wekî kevirê bingehîn ê her rêyeke siyasî ya domdar li Sûriyeyê dibîne.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, Rubio girîngiya berdewamkirina tensîqa ewlehiyê ya pêşîlêgirtina vegera çeteyên DAIŞˊê û vehewandina tu gefên gengaz pêşwazî kir.

Rubio her wiha bal kişand ser pêwîstiya bicihanîna lihevkirina agirbestê, bicihanîna lihevkirina entegrasyonê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Rubio girîngî da rêzigirtina mafên tevahî Sûriyeyiyan û selametiya wan û got parastina sivîlan û berevaniya azadiyên bingehîn temsîla hêmaneke cewherî di her pêvajoyek veguhêz a serkeftî de dike.

(fr)