ˋJi bo çandiniyê îsal sala xêrê yeˊ

Bi barîna berf û baranê re, cotkar êdî dest bi reşandina derman û semadê dikin. cotkarekî diyar kir ku baran û berf nexweşiyên çandiniyê tune dikin û hêviyên xêrê hene.

ˋJi bo çandiniyê îsal sala xêrê yeˊ
ˋJi bo çandiniyê îsal sala xêrê yeˊ
ˋJi bo çandiniyê îsal sala xêrê yeˊ
ˋJi bo çandiniyê îsal sala xêrê yeˊ
ˋJi bo çandiniyê îsal sala xêrê yeˊ
ˋJi bo çandiniyê îsal sala xêrê yeˊ
ˋJi bo çandiniyê îsal sala xêrê yeˊ
ˋJi bo çandiniyê îsal sala xêrê yeˊ
ˋJi bo çandiniyê îsal sala xêrê yeˊ
ˋJi bo çandiniyê îsal sala xêrê yeˊ
ˋJi bo çandiniyê îsal sala xêrê yeˊ
18 adar, 2026   09:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Li Herêma Cizîrê piştî salên zuhabûn û hişkesaliyê îsal baran û berf baş bariya, cotkar pitşî barînê dest bi reşandina derman dikin.

Ji bo zeviyên ku hatine çandin bi ancam bibin, pêwîstî bi reşandina derman û "semada biharê" jê re tê gotin heye, vê gavê cotkar semad hem jî derman li zeviyên xwe direşînin.

Li gorî aliyên peywendîdar ku dibêjin barîna baranê di vê demê de ji bo zeviyan girîng e ji ber simbil(serikên dexlê) xwe ji meha Nîsanê û şûnve kom dike, lewra baran jê re girîng e. Ji zeviyan re barîna berfê pêwîst bû ji ber ku nexweşiyên çandiniyê tune dike û ji ber sermaya zêde kurmên bizriar dikuje.

Pisporê Çandiniyê li Tirbespiyê Farûq Hisên diyar kir ku îsal berf û baran gelek hatiye, ev ji bo zeviyan baş e di heman demê de bandora xwe li ser bîrên avê yên cotkaran heye, ava wan bîran zêde dike û dihêle ku berhemên çandiniyê zêde bibin.

Hisên destnîşan kir ku reşandina derman û semadê ji zeviyan re, nikarin bêjin pirsgirêk e, ev rêbazên çandiniyê ne, cotkar di dema pêwîst de divê bikar bîne, da ku ew giyayê zêde were tunekirin.

Hisên di dewama axaftinên xwe de da zanîn ku feydeya semadê di vê demê girîng e, taybet berî ku baran bê semad gelekî sûdê dide.

Hisên got: "Barîna baranê di mehên biharê de, girîng e û gelekî feydaya wê heye. Ji ber di wê demê de liba genim mezintir dibe.

Di dawî de Farûq Hisên ji cotkaran xwest ku her dem bi desteyê re têkiliyên xwe xuttir bikin, da ku berhemên wan bi encam bibin.

(fr)

ANHA