ˋGer Amerîka êrişî dewletek NATOˊyê bike wê her tişt bi dawî bibeˊ

Serokwezîra Danîmarkayê diyar kir ku ger DYAˊyê êrişeke leşkerî li dijî dewleteke NATOˊyê pêk bîne, wê her tişt bi dawî bibe.

ˋGer Amerîka êrişî dewletek NATOˊyê bike wê her tişt bi dawî bibeˊ
5 ÇILE, 2026   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen îro hişyarî da ku ger Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrişî dewletek endamê NATOˊyê bike, "dê her tişt bi dawî bibe". Ev daxuyanî piştî gefên serok Donald Trump ên îlhaqkirina Greenlandê, ku axa herêmeke xweser a Danîmarkayê ye, pêk hatin.

Mette ji kanala 2 a Danîmarkayê re got, "Ger DYAˊyê êrişeke leşkerî li dijî dewleteke endamê NATOˊyê hilbijart wê her tişt bi dawî bibe, di nav de jî NATO wê winda bibe. Bi wê re pergala ewlehî ya ji dema bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve heye, bi dawî bibe." Mette got, "Ez her tiştî bikim û hewl bidim ev yek pêk neyê."