QSD: Bûyera ku li Dêr Hafirê qewimiye qezayek trafîkê bû

QSDˊê diyar kir ku piştî şopandina bûyera ku li nêzî Dêr Hafirê qewimiye diyar bû ku erebeyeke sivîl û wesayîteke Polîsên Leşkerî yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hev qelibîne, lê ev bûyer hat mezinkirin û hêzên QSDˊê bi hedefgirtinê hatin tawanbarkirin.

QSD: Bûyera ku li Dêr Hafirê qewimiye qezayek trafîkê bû
5 ÇILE, 2026   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê rastiya daxuyaniya Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan a Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê aşkera kir. Di daxuyaniya Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan a hikumeta veguhêz de hatibû ku ku QSDˊê li nêzî Dêr Hafirê bendeke Polîsên Leşkerî hedef girtiye.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandina QSDˊê de wiha hate gotin: "Piştî şopandin û lêpirsînê, hat diyarkirin ku bûyera di daxuyaniya berê de hatiye behskirin û li ser bingeha wê Wezareta Parastinê hêzên me tawanbar kir ku wesayîtan wan hedef girtine, tu girêdana xwe bi karekî leşkerî re tune ye. Berevajî wê diyar bû ew qezayek bû, ku erebeyek sivîl û wesayîteke Polîsên Leşkerî yên girêdayî komên Şamê li hev qelibîne. Ev bûyer hat mezinkirin û bi awayekî berevajî hat wesifandin, da ku vegotineke ewlehiyê ya bêbingeh bê çêkirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk diyar dikin ku ew pabendî xweragirtinê û rêveçûnên heyî ne û baldar in ku nekevin pey hewlên rageşiya bizanabûn."

(fr)