Artêşa Îsraîlê ragihand wê êrişî cihên Hizbullah û Hemasê bike

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ê cihên Hizbullah û Hemasê yên li Lubnanê hedef bigire. Artêşê hişyariya valakirina 4 gundên Lubnanê da

Artêşa Îsraîlê ragihand wê êrişî cihên Hizbullah û Hemasê bike
5 ÇILE, 2026   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ê armancên girêdayî Hizbullah û Hemasê yên li Lubnanê hedef bigire, girêdayî wê jî artêşê hişyarî da şêniyên 4 gundên Lubnanê ku yekser gundên xwe vala bikin.

Artêşê li ser platforma X' diyar kir ku ew ê gundên Enan û Kefirheta yên başûrê Lubnanê û gundên Eyn El Tîne û Munare yên rojhilatê Lubnanê hedef bigire.

Ji şêniyan wan gundan re hişyarî hat kirin ku herî kêm 300 metreyan ji gundan bi dûr bikevin.

(mh/fr)