ˋDi pêşangeha Şehîd Herekol de pirtûkên cubicur li gorî hemû temen heneˊ

Serdanvanên Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9ˊemîn destnîşan kir ku di pêşangeh de pirtûkên curbicur li gorî hemû temenan bi taybet ji bo zarokan û naverokên gelekî dewlemend hatin pêşkêşkirin.

ˋDi pêşangeha Şehîd Herekol de pirtûkên cubicur li gorî hemû temen heneˊ
ˋDi pêşangeha Şehîd Herekol de pirtûkên cubicur li gorî hemû temen heneˊ
ˋDi pêşangeha Şehîd Herekol de pirtûkên cubicur li gorî hemû temen heneˊ
ˋDi pêşangeha Şehîd Herekol de pirtûkên cubicur li gorî hemû temen heneˊ
ˋDi pêşangeha Şehîd Herekol de pirtûkên cubicur li gorî hemû temen heneˊ
ˋDi pêşangeha Şehîd Herekol de pirtûkên cubicur li gorî hemû temen heneˊ
ˋDi pêşangeha Şehîd Herekol de pirtûkên cubicur li gorî hemû temen heneˊ
ˋDi pêşangeha Şehîd Herekol de pirtûkên cubicur li gorî hemû temen heneˊ
26 cotmeh, 2025   05:05
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Serdanvanên Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9ˊemîn der barê pêşangehê de nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin. Serdanvanan got ku hîna jî pirtûkên kaxizî şewq û sîhra xwe diparêzin, hinên din jî xwendina elektronîkî wekî rêyek pratîkî ji bo domandina bi leza jiyana nûjen re dibînin. Serdanvanan anî ziman ku destdana kaxizê û qulibandina rûpelan hîsek û moralekê kêfxweş ku ekran nadinê, dide xwîneran.

Ji serdanvanên pêşangehê Werde Rîfaî der barê pêşangehê de got: "Pêşangeh gelekî dewlemend e. Di pêşangehê de pirtûkên pirreng ên ji bo hemû temenan hene, bi taybetî jî ji bo zarokan hene. Pirtûkên fikrî û romanên cîhanî jî hene. Pirtûkên li ser pirsgirêkên jinan û xwepêşxistinê hene. Ez li hemberî vê pirrengiyê mat mame. Her kesê ku ji xwendinê hez dike, li vir pêdiviyên xwe dibîne."

Werde da zanîn ku ev pêşangeha salane girîngîdayîna aliyên çandî û pêşxistina fikrî tîne bîra mirov, ji ber ku bingeha ronesansa civakê û şoreşa wê ya fikirî ye û diyar kir ku "Min gelek pirtûkên lê digerîm ên weke roman ên berhemên fikrî, dîtin, heta min pirtûkên li ser pêxşxistina kesayeta jinê û rola wê di civakê de jî dîtin."

Têkildarî xwendina elektronîk Werde aşkera kir ku "Ji bo her xwînerekî/ê çêjek taybet heye, lê ji bo min pirtûkên kaxizî tercîh dikim. Ji ber ku tê de kêfek taybet heye, baldariyekê û rihetiyek derûnî ya mezin dide. Ji ber ku pirtûk di nava lepên te de ye, tu ji xwe re têbînî û nîşaneyên li ser hevokên balkêş datîne. Lê xwendina elektronîk ji bo hinan vehesiyayî ye, lê hestek kêfxweşiyê nade min."

Cemîl Ehmed jî kêfxweşiya xwe bi pêşangehê û pirrengiya pirtûkên tê de anî ziman û got: "Ji destpêka vekirina pêşengehê ve, ji serdanê qut nebûme, rojane serdanê dikim. Di pêşangehê de pirtûkên curbicur û bi zimanên erebî û Kurd, pirtûkên dîrokî û nûjen hene. Ev destkeftî ye. Em hêvî dikin di salên bê de pêşangeh berfirehtir be."

Ehmed amaje bi girîngiya lidarxistina mîna van çalakiyên çandî kir û got: "Gelek hêz hene hewl didin çanda xwendinê di mirovan de lewaz bikin. Lidarxistina pêşangehên wiha jî hezkirina xwendinê di mirovan de vedijîne, nexasim ku em di demekê de ne ku tê de xwendin li ser medyaya dîjîtal bi lez bûye û pirtûk bi kûrahî nayên xwendin. Ji bo vegerandina vê çandê pêwistî bi zanabûn û kedeke bêrawestan heye."

Ehmed destnîşan kir ku pirtûkên rûpelî girîngiyek e û got: "Xwendina ji pirtûkên rûpelî xweştir û kûrtir e. Têkiliyeke rasterast di navbera pirtûk û xwîner de çêdike. Lê belê xwendina elektronîk mirov fêrî lezbûnê dike."

Ehmed di dawiyê de got: "Berê me rojane gelek saet bi xwendinê derbas dikirin, lê îro ji ber lezbûna bûyerên jiyanê ev yek li nav ciwanan lewaz bûye."

Pêşangeha Şehîd Herekol Pirtûkan a Navneteweyî ya 9ˊemîn di 20ˊê Cotmehê (2025) de dest pê kir û dê îro êvarê bi dawî bibe.

(mh/fr)

ANHA