ˊVegerandina têkiliyan bi Tirkiyeyê re bi vekişîna hêzên wê ve girêdayî yeˊ

Wezareta Derve ya hikumeta Şamê diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker zirar gihand Sûriyeyê û vegerandina têkiliyan bi wê re şertgiriya vekişîna hêzên wê ji welat e.

ˊVegerandina têkiliyan bi Tirkiyeyê re bi vekişîna hêzên wê ve girêdayî yeˊ
13 tîrmeh, 2024   20:20
NAVEBDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya hikumeta Şamê têkildarî nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker bi hikumeta Şamê re daxuyaniyek da. Wezaretê diyar kir ku li gorî rastî û bûyerên hatine îsbatkirin, ew cudahiya di navbera gelan de ji aliyekî ve, kiryar û siyasetên hikumetên zirar dane Sûriyeyê û dewleta wê ve ji aliyekî din ve dizane.

Wezaretê anî ziman ku divê encama wan însiyatîfan ne çapemenî be, lê divê armanca wan xwe bispêre rastiyan, xwe bispêre rêgezên diyarkirina têkiliya di navbera her du dewletan de ku rêzê ji serwerî, serxwebûn û yekitiya xakê re bigire.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku her însiyatîf di vê çarçoveyê de pêk bên, divê xwe bispêrin bingehên zelal ji bo gihandina encamên tên xwestin ku têkiliyên di navbera her du welatan de wek berê vegerin. Divê serê pêşîn hêzên bi awayekî nerewa li xaka Sûriyeyê ne vekişin.

Di vê dawiyê de serokkomarê dewleta Tirk a dagirker li ser dezgehên çapemeniyê bi awayekî rojane derdikeve û banga vegerandina têkiliyan di navbera hikumeta xwe û hikumeta Şamê de dike, lê negot ku hêzên hikumeta wî dê ji Sûriyeyê vekişin. Ev jî şertê hikumeta Şamê ye ku têkiliyên wê bi Enqereyê re vegerin.

(bh/fr)