Kongreya 2ˊyemîn a Yekitiya Êzidiyên Sûriyê bi dawî bû

Kongreya 2ˊyemîn a Yekitiya Êzidiyên Sûriyê ya bi diruşma ˊBi vîn û rêxistinê em ê hewldanên qirkirinê têk bibinˊ hatiye lidarxistin, bi encamnameyan bi dawî bû.

13 tîrmeh, 2024   19:26
HESEKÊ

Bi diruşma ˊBi vîn û rêxistinê em ê hewldanên qirkirinê têk bibinˊ Kongreya 2ˊyemîn a Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê li hola Marbêla ya li taxa Til Hecer a Hesekê ya kantona Cizîrê hat organîzekirin.

Di kongreyê de 100 deleqeyên ji endamên Yekitiya Êzidiyên Sûriyê, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî û jinan beşdar bûn.

Di kongreyê de endama Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Heya Reşo lidarxistina kongreyê pîroz kir û got: "Pêkhateya Êzidî di sedan hewldanên qirkirinê re derbas bû, lê li ber xwe da, hebûn û dîroka xwe parast. Lidarxistina kongreya îro nîşaneya vê yekê ye."

Li aliyekî din jî endama Koordînasyona Yekitiya Jinan a Êzidî Hediye Şemo axivî û got: "Me îro di vê qonaxa hestiyar de hemwextî êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker kongreya xwe ya duyemîn li dar xist.

"Hediye wiha domand: "Lidarxistina vê kongreyê ji bo tevahî dijmin û xayînên herêmê û pêkhateya êzidî peyamek e."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid got: "Pêkhateya êzidî ji hêla Osmaniyan, Tirkiye û DAIŞˊê ve di gelek fermanan re derbas bû. 73 ferman di ser êzidiyan re derbas bûn."

El Ebid wiha domand: "DAIŞˊê bi rêya sûcên xwe li dijî tevahî pêkhate, etnîk û olan, ola îslamê reş kir."

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mehmûd El Mislit axivî û got: "Lidarxistina kongreya 2ˊyemîn a Yekitiya Êzidiyên Sûriyê nîşaneya serkeftin, vîn û îsrara li ser pêşerojê ye ku keç û xortên sûriyeyî yên ji pêkhateya resen xêz dikin."

El Mislit wiha domand: "Bi vîn û rêxistinê em ê hewldanên qirkirinê têk bibin, em ê ji bo avakirina pêşerojekê ji welatê xwe re ku tê de mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê hebe, serî hildin."

Dûre sînevîzyonek li ser xebatên Yekitiya Êzidiyên Sûriyê, encamnameyên kongreya yekemîn hatin pêşkêşkirin û rêzikname hat xwendin.

Di dawiyê de encamnameyek hat dayîn. Ji wan encamnameyan avakirina goristanekê ji pêkhateya êzidî re li Rojava, vekirina Nivîsgeha Parastina Mal û Milkên Êzidiyan, vekirina Navenda Yekitiya Êzidiyên Sûriyê li Qamişlo, amadekirina meteryalên perwerdê yên ola êzidî ji tevahî qonaxan re li herêmên êzidî hene.

(fr)

ANHA