ˊRêvekirina li pêş çandan girêdana bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan xurt kirˊ

Bi xurtkirina hişmendiya civakan li hemberî siyasetên pişaftinê, girêdana gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan û fikrên wî xurt kir. Rewşenbîrên Reqayê got: "Bi saya fêmkirina rast a fikrên Rêber Abdullah Ocalan, em şêwayên hegemonî û zordestiyê red dikin."

ˊRêvekirina li pêş çandan girêdana bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan xurt kirˊ
22 nîsan, 2024   03:45
REQA
MIHEMED XELÎL

Fikrên Rêber Abdullah Ocalan bandor li gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kurdan û gelên din ên bidest kir. Fikrên wî roleke diyar û berçav di bidestxistina destkeftiyên li herêmê de di gelek saktoran de lîst. 

Ji ber vê sedemê, rewşenbîrên li Reqayê gotin berdewamkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erka wan e. Her wiha rewşenbîran destnîşan kir ku di encama wê fikrê de, gelê herêmê nirx, rêgeza xwe li ser bingeha jiyana hevbeş, redkirina tundiyê û nijadperestiyê parastin.

Girêdayî mijarê hevserokê Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê Hesen Mistefa got: "Bê guman armancên stratejîk ên hêzên zordest ên cîhanê ji êrişên li dijî herêmê hene. Di serî de Erdogan dixwaze bi hemû rêbazan hegemoniya împeratoriya osmanî vegerîne."

Mistefa wiha domand: "Piştî ku me fikrên Rêber Abdullah Ocalan baş fêm kirin û nas kirin, em li hemberî siyasetên pişaftinê sekinîn. Fikrên wî ne xwecih yan jî herêmî ne, lê belê enternasyonal in. Ew hewl dide hezkirin, biratiyê û wekheviyê di nava pêkhateyan de belav bike. Demorasiyeke nû berovajî ya rojavayî hêvî dike."

ˊJI BER TÊGIHIŞTINA RAST EM TEVAHÎ ŞÊWAYÊN HEGEMONÎ Û SORDESTIYÊ RED DIKINˊ

Her wiha Mistefa ev li gotinên xwe zêde kir: "Têgihiştina rast a fikrên Rêber Abdullah Ocalan, hişt ku em şêwayên hegemonî û zordestiyê red bikin çi ya madî yan jî çandî be. Me rêbazên helandina çandî, guhertin û tirkkirinê red kir ku komên osmanî û amûrên wê yên li herêma dagirkirî ya Sûriyeyê, dixwazin bi pêş bixin. Ji ber vê yekê, em bang li azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî dikin."

Nivîskarê rojnameya Şerq El Ewsat a Demokratîk Îsmaîl El Xalid jî got: "Pişaftina li dijî civakên li Rojhilata Navîn tê kirin, bû sedem ku ev civak parçe bin."

Girêdayî rêbazên sekna li hember van hewldanan El Xalid wiha axivî: "Fikrên Rêber Abdullah Ocalan, rêya çandan rast kir, wateya rastîn da çandên resen ên ku rûbirûyî qirkirin û înkarkirinê bûn. Civaka Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi rêya fikrên wî rastiya xwe nas kirin û mîrasa xwe ya çandî parastin."

El Xalid bal kişand ser eleqedariya civakên din bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Civakên herêmê girîngiyeke mezin didin fikrên Rêber Abdullah Ocalan û gelek ji wan li Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîka Latîn dixwazin nas bikin. Ji ber ku bi rêya vê fikrê, civak xwe bi xwe bi rêxistin dikin. Ji bo parastina mîras, dîrok, çand, bingehên demokratîk û azadiyê, tê dikoşin."

Sal bi sal, bangewaziyên bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, zêde dibin. Herî dawî bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngaveke naveneteweyî li 74 navendan li seranserî cîhanê, hate destpêkirin û dûre li zêdetirî 100 navendên din firehtir bû û heta niha berdewam e.

(şx)

ANHA