Bîra serdema nû ya rojnamevaniya Kurdî: Ragihandina Azad

Di salvegera 126’an a rojnamevaniya Kurdî de, kevneşopiya ragihandina azad ku bi rojnameya Serxwebûn destpê dike, wekî bîra (hafizeya) serdema nû ya têkoşîna azadiyê, li tevahiya Kurdistan û derveyî welat deng dide.

Bîra serdema nû ya rojnamevaniya Kurdî: Ragihandina Azad
Bîra serdema nû ya rojnamevaniya Kurdî: Ragihandina Azad
Bîra serdema nû ya rojnamevaniya Kurdî: Ragihandina Azad
Bîra serdema nû ya rojnamevaniya Kurdî: Ragihandina Azad
Bîra serdema nû ya rojnamevaniya Kurdî: Ragihandina Azad
Bîra serdema nû ya rojnamevaniya Kurdî: Ragihandina Azad
22 nîsan, 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Salên 1970’yan ji bo Kurdan wekî destpêka serdemeke nû tê pênasekirin. Di van salan de hîmê têkoşîna nûjen a azadiya Kurdistanê ku dê pêlên wê li tevahiya welat û derve belav bibin, hat avêtin. Bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan, di warê siyasî, leşkerî, civakî, çandî û zanistî de rûpelek nû hat vekirin. Ev rêwîtiya bênavber ji serhildan û têkoşînên berê yên Kurd cudatir mayinde bû, Kurd derxistin ser dika dîrokê.

Van geşedanan di xebatên ragihandinê de jî deng veda û gavên gelekî mezin, nû û yekemîn ku dê bandore li tevahiya civakê bikin, hatin avêtin. Ji lewre ev dem di dîroka rojnamevaniya Kurdî de wekî serdema nû û dema Ragihandina Azad tê pênasekirin.

GAVA YEKEM: SERXWEBÛN

Bingeha serdema nû, bi rojnameya Serxwebûn hat avêtin. Hejmara yekemîn a Serxwebûn li Bakûrê Kurdistanê 6’ê Îlona 1978’an bi awayekî veşartî hat derxistin. Hejmara ku bi manşeta “Rêya Şoreşa Kurdistanê” hat derxistin de, Manîfestoya PKK’ê ku di Tîrmeha 1978’an de li Amedê hatibû nivîsandin hat dayîn.

Piştî hejmara yekemîn, heta beriya sala 1982’yan 4 hejmarên din li Bakûr bi awayekî veşartî hatin amadekirin û belavkirin. Ji Çileya 1982’yan ve jî li Ewropayê bi awayekî fermî û bênavber weşana xwe dom kir.

WEŞANA HERÎ DEMDIRÊJ

Rojnameya ku bi zimanê Tirkî mehê carekê derdikeve bi rêwîtiya xwe ya 46 salan wekî weşana herî demdirêj a ragihandina Kurdî cihê xwe di dîrokê de girtiye. Ji 27’ê Mijdara 2021’an rojname bi zaravayê Kurmancî yê zimanê Kurdî jî weşanê dike.

DÎROKA KURDISTANA HEMDEM

Serxwebûn di heman demê bi naverok û çawaniya xwe jî mohra xwe li dîrokê xistiye. Ji berxwedana Hîlwanê (Curnê Reş) û berxwedana zindana Amedê (1982) heta pêngava 15’ê Tebaxê, lehengiya gerilayên azadiyê ku îro li cîhanê deng vedaye û berxwedana Îmraliyê derbarê têkoşîna azadiyê ya siyasî, leşkerî, çandî û civakî de  hemû agahî di rûpelên xwe bicîh kirine. Hemû arşîva rojnameyê îro di malpera wê ya înternetê de jî hatine barkirin. (serxwebun.org) Lewma wekî dîroka azadiyê ya Kurdistana Hemdem jî tê pênasekirin.

RÛBARÊ RAGIHANDINA AZAD

Rojnameya Serxwebûn bi vî rengî dibe destpêka Ragihandina Azad. Ji vê dîrokê û heta roja îro ev meşa lêgerîna heqîqetê ranewestiyaye.   

Bi mezinbûn û belavbûna Tevgera Azadiya Kurdistanê re, li çar perçeyên Kurdistanê, ragihandina azad jî şax vedan.

Li Bakûrê Kurdistanê di 15’yê Hezîrana 1988’an de rojnameya Vejîna Civakî dest bi weşanê kir, lê di demeke kurt de hat girtin. Di 22’yê Nîsana 1990’an de rojnameya Halk Gerçeği (Rastiya Gel) bi awayekî heftane dest bi weşanê kir û bû destpêka Ragihandina Azad a di qada yasayî de. Vê kevneşopiyê tevlî hemû êriş, girtin, kuştin, windakirin, bombekirinan jî, rêwîtiya xwe domand û zêdetirî 50 rojnameyên bi navên cur bi cur derxistin.

ROJNAMEYÊN KURDÎ

Ji bilî van rojnameyên ku bi zimanê Tirkî weşan kirin, di 22’yê Sibata 1992’yan de cara yekem bi navê Welat rojnameya Kurdî (Zaravayê Kurmancî) dest bi weşanê kir. Ev rojname jî bi gelek êrişan re rû bi rû man, lê bi navên cuda (Welatê me, Azadiya Welat, Xwebûn) têkoşîna xwe domandin. Di 15’yê Tebaxa 2006’an Azadiya Welat li Amedê bi awayekî rojane dest bi weşanê kir. Bi vî rengî cara yekem weşana Kurdî li Kurdistanê hat amadekirin. 

KOVAR

15’yê Mijdara 1990’an kovara bi navê Ozgur Halk (Gelê Azad) wekî kovarek siyasî, teorîk û çandî dest bi weşanê kir. Kovarê jî nesîbê xwe ji êrişan girt, lê gav paş de ne avêt. Di heman salan de kovarên ciwan (Ciwanên Welatparêz) û jin hatin derxistin. Dîsa kovara Rewşan a çandî dest bi weşanê kir. Piştî salên 2000’î kovara Demokratîk Modernîte ku felsefeya Rêber Abdullah vedibêje û nivîskarên cîhanî tê de dinivîsinin, hat weşandin û weşana xwe didomîne. 

AJANS

Piştî salên 2000’î li Bakûr di warê ajansan de jî gavên girîng hatin avêtin. 4’ê Nîsana 2002’yan de Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) wekî ajansa yekemîn a li Bakûr dest bi weşanê kir û deng veda. Ji ber zextên dewletê 2016’an hat girtin. Lê xebatên ajansê bi navên wekî DİHABER, MA dom kir.

8’ê Adara 2012’an de Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) wekî ajansa yekem a jin li Amedê dest bi weşanê kir. Ji ber xezten ev ajans jî hat girtin, lê niha bi navê JIN NEWS xebat didomin.

Ji bilî ajansan li gelek bajarên wekî Amed, Mêrdin, Riha, Wan, Edene, Mêrsin radyo û televizyon hatin vekirin. Piraniya wan jî ji aliyê dewletê ve hatin girtin. Lê rêwîtiya wan didome.

TELEVÎZYONA YEKEM

Ragihandina Azad li Ewropayê jî xebatek giring da meşandin û gavên yekemîn ên di qadên televizyonvanî û ajansan de avêtin. Di sala 1995’an de MED TV dest bi weşanê kir. Ev di dîroka Kurdan da cara yekemîn bû, lewma li nava civaka Kurd de dengekî mezin veda. Televîzyon li ser xeztên Tirkiyeyê sala 1999’an hat girtin. Piştre bi navê MEDYA TV, ROJ TV, Stêrk Tv weşangerî dom kir. Ji bilî van televîzyonên ku bi Kurdî weşan kirin, MEDYA Haber jî bi zimanê Tirkî weşangerî dimeşîne. Ji bo civaka Kurd a Rojhilata û Başûrê Kurdistanê jî Aryen TV dest bi weşana xwe kir û hîn didome.

Bi armanca ku rastiya civaka Êzidî vebêje, pirsgirêkên wan ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne û iradeya wan nîşan bide jî Çira TV dest bi weşanê kir.

JIN TV

Bi mezinbûna têkoşîna azadiya jinê re jî, êdî ragihandina xweser jî mezin bû û wekî rêxistinek deng da. Ji bilî rojname û kovaran cara yekem 8’ê Adara 2018’an Jin Tv dest bi weşanê kir. Weşangeriya televizyonê li çar parçeyên Kurdistanê û devreyî welat didome.

AJANSA YEKEM

Ajansa yekemîn a Ragihandina Azad di salên 2000’î de li Almanyayê bi navê DEM Ajans hat vekirin. Piştre dîsa li Almanyayê bi navê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya (MHA) ajansek hat vekirin. Lê li ser zexta Tirkiyeyê ji aliyê Almanyayê ve hat girtin. Di sala 2005’an de jî li Belçîkayê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hat avakirin.

Li Ewropayê her wiha rojnameyên Ozgur Polîtîka (Bi Tirkî û Kurdî), Newaya Jin, kovarên cur bi cur weşanên xwe didomînin.

Weşangeriya radyoya ya li Ewropayê jî, di bin zextan de heta niha bi navê cuda (Dengê Kurdistan, Welat, Mezopotamya û hwd) weşana xwe domandiye û bi weşana fedayî dengê xwe digihîne tevahiya gund, bajar, dol û newalên welat.

BAŞÛR

Li Başûrê Kurdistanê jî weşangeriya ragihandina Azad bi rojnameya Welat ku li Hewlêrê hat derxsitin, dest pê kiriye. Lê ji ber zextên PDK’ê weşana wê dom nekir. Di sala 2011’an de rojnameya Çetir hat weşandin. Rojname piştre jî veguherî prodiksiyon û ajansê.

Di bin sîwaneya Çetir de ajansa Rojnews 1’ê Cotmeha 2014’an dest bi weşanê kir û bû çavkaniyek girîng a Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, Iraqê.

QADA ŞOREŞÊ Û RAGIHANDINA AZAD

Li Rojava, Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî kevneşopiya Ragihandina Azad xwedî dîrokek dûr û dirêj e. Lê bi şoreşa 19’yê Tîrmehê re şax veda û mezin bû.

Di sala 1986’an de Kovara Dengê Kurdistanê bi zimanê Erebî dest bi weşanê kir. Kovar piştî rojnameya Serxwebûn weşana herî demdirêj a Ragihandina Azad e. Kevneşopî pişte bi kovara Sorgul dom kir. Her wiha ji bo ku hîtabî civaka Ereban bike kovara Şerq El-Ewsed Demokratîk hat weşandin û hîn weşana xwe didomîne.

Bi pêvajoya şoreşa 19’yê Tîrmehê re di warê rojname, Tv, ajans, radyo de gavên mezin hatin avêtin.

Rojnameya Ronahî 14’yê Cotmeha sala 2011’an li Helebê, bi zimanê Erebî û Kurdî wekî 2 rojnameyan dest bi weşanê kir. Ji bo zarokan jî wekî pêveko rojnameyê Kovara Mizgîn hat derxistin.

Ronahî Tv wekî televizyona yekem a şoreşê di 20’ê Cotmeha 2011’an de dest bi weşana xwe ya test kir. 2012’an jî derbasî weşana asayî bû. 2014’an weşana xwe derxist 24 saetan.

Di 1’ê Adara 2013’an de Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) bi 6 zimanan (Kurdî, Erebî, Tirkî, Ingilîzî, Îspanî, Rusî) dest bi weşanê kir. ANHA wekî ajansa yekem a herêmê bû referansa sereke ya rastiyan.  

Di sala 2012’an li Qamişlo radyoya Dengê Cudî, li Kobanê, Kobanê FM, 2013’an Rojava FM û Efrîn FM dest bi weşanê kirin. Di navbera salên 14 û 17’an de li Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê, Minbic radyo hatin vekirin. Radyoya Sewt El-Heyat (Dengê Jiyanê) bi zimanê Erebî ji bo tevahiya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê weşanê dike.

Radyoya Star FM jî 15’yê Kanûna 2017’an wekî dengê jin û jiyanê li Tirbespiyê dest bi weşanê kir.

Kovara Asayo Jinê ku 24’ê Gulana 2015’an bi Kurdî, Sewt El-Heyat jî heman salê bi zimanê Erebî dest bi weşanê kir.  Herdû kovarên ku têkoşîna jinan vedigot heta 2016’an weşana xwe domand. 20’ê Gulana 2023’yan jî kovara bi navê Afaq El-Meraa dest bi weşanê kir. Kovar bi zimanê Erebî weşanê dike û mijarên teroîk, siyasî, civakî û çandî yên têkildarî jinê dike rojev.

27’ê Mijdara 2017’an bi navê Nefel xebatên prodîksiyonê hatin destpêkirin û ji bo gelek televîzyonan bername û dosya hatin amadekirin.

Di warê weşanxane, çapxaneyê û belavkariyê de gavên girîng hatin avêtin û sazûmanî pêk hatin. Di vê mijarê de jî berhemên hêja derketin holê.

RAGIHANDINA AZAD ÇI BI XWE RE ANÎ

Ragihandina Azad di rêwîtiya xwe ya 46’an de pêşengiya gelek gavên yekemîn kir. Ji bilî televizyon, ajansên yekemîn, cara yekem xetek weşanê ku tevahiya civakên Kurdistanî hembêz dike meşand. Di nava Kurdan de têkildarî pêşketina zimanê nivîs, axaftin û avakirina standarta Kurdî tevkariyek mezin kir. Cara yekemîn li derveyî kom û komikên teng bû dengê hemû civaka Kurd pirsgirêk û têkoşîna wan ragihand.

Bi weşangeriya xw hezkirina welat û welatparêzî pêş xist, erdnîgariya Kurdistanê bi cîhanê da nasîn. Nasname, çand û dîroka Kurd û Kurdistanê vegot, tevkarî kir û bû pireyek di navbera çar perçeyên Kurdistanê de. Bi weşangeriya xwe sînorên ji aliyê dagirkeran ve hatine xêzkirin ji holê rakirin, Kurd gihandin hev.

Ji bilî Kurdan, bû dengê nasname, çand û zimanên hatine jibîrkirin, înkarkirin. Bû awêneya derdorên hatine vederkirin. Lewma êdî veguherî çavkaniya çand, netew û baweriyên cuda jî. Ji ber vê yekê ye ku li gel bedelên giran,  navê Ragihandina Azad lê hatiye kirin.