ˊRêbertî îsbat kir ku kirin beriya gotinan eˊ

Xelkê Helebê yên ku Rêber Abdullah Ocalan dîtine diyar kir ku Rêbertî bi fedakariyên ji gelan re pêşkêş kirine îsbat kir ku kirin beriya gotinên wî ne.

ˊRêbertî îsbat kir ku kirin beriya gotinan eˊ
8 tîrmeh, 2024   02:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Xelkê Helebê yê ku dema Rêber Abdullah Ocalan li Sûriye û Lubnanê bû pê re civiyan e diyar kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşîna xwe bilind bike û got: "Rêbertî xelaskerê yekane ya çareserkirina doza Kurdî ye û bi fedakariyên xwe îsbat kir ku kirin beriya gotinan e."

Salih Reşîd (71) li ser vê yekê axivî û got: "Em der barê doza maf û azadiyan de di xeweke giran de bûn. Rejîmên desthilat rêveçûna jiyan, debara me xêz dikir û li gorî berjewendiyên xwe bi me kontrol dikir."

Reşîd dema di 1994ˊan de li Helebê bi gelek welatiyan re  bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya, li ser kesayeta Rêber Abdullah Ocalan û çawa pê bandor bûye axivî û got: "Taybetmendî, uslûb û tevgerên wî diyar dikin ku ew ji bo birêvekirina xebata rizgarkirina gelê xwe hatiye dunyayê. Di dîrokê de tu berxwedanek û fedakariyeke mîna ya wî nehatiye."

ˊKIRINA WÎ BERIYA GOTINÊ YEˊ

Li ser sedemên girêdana wî bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re Reşîd wiha domand: "Rêbertî rastî lêkolîn kir, rewş analîze kir û gelek projeyên dikevin xizmetî gelan û azadiya wan pêşkêş kirin. Kirinên wî beriya gotinên wî ne. Vê yekê hişt gel bi kûrahî pê ve were girêdan. Me dît çi ji bo me kir. Di oxira rizgarkirina gelê xwe de xwe feda kir."

Li ser erkên dikevin ser milê gel ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger be Reşîd wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê em qîmeta tiştên ku Rêbertî ji me re pêşkêş kirine bizanin û bi fikirên wî tê bikoşin û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin bikin."

ˊEM AMADE NE FEDAKARIYÊN MÎNA RÊBERTÎ JI ME RE PÊŞKÊŞ KIRINE, PÊŞKÊŞ BIKINˊ

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Nazliye Mihemed Berî (76) lehengî û cesarat Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Ruxmî dizanî xeterî heye, Rêbertî erka rizgarkirina gelê xwe û Kurdistanê ji desthilat û mêtingeran hilgirt. Bi saya berxwedana wî niha tevahî cîhan dizane Kurd kî ne."

Nazliye di salên 1990ˊan de li Lubnanê bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya, piştî vegera wê, keça xwe Medya Bekir tev li nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê bû. Di vê çarçoveyê de Nazliye wiha got: "Ez bawer im ku rêça keça min hilbijartiye rêça rastî û rûmetê ye. Ez bi wê serbilind im, ji ber ku dizanim dema bawerî xurt be fikir bi ser dikevin. Em îro amade ne tiştên Rêbertî ji me re pêşkêş kirine, pêşkêş bikin."

Her wiha welatiya bi navê Firyal Xelîl ku dayika şehîda YPJˊê Ceylan Mihemed Horîk (Arjîn) e tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em tecrîd û îşkenceya li dijî Rêbertî red û şermezar dikin."

Firyal wiha domand: "Em ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşîna xwe dewam dikin. Lê em nagihînin berxwedana Rêbertî û fedakariyên wî. Em ê her tim têkoşîna xwe di oxira pêkanîna xwestekên xwe de bilind bikin."

(fr)

ANHA