Li Hesekê nêzî 3 milyon litre mazot hatiye belavkirin

Komîteya Sotemeniyê li Hesekê heta niha nêzî 3 milyon litre mazota germkirinê belav kiriye. Nêzî 130 hezar malbatên bajêr sûd ji belavkirinê wergirtine.

Li Hesekê nêzî 3 milyon litre mazot hatiye belavkirin
Li Hesekê nêzî 3 milyon litre mazot hatiye belavkirin
Li Hesekê nêzî 3 milyon litre mazot hatiye belavkirin
Li Hesekê nêzî 3 milyon litre mazot hatiye belavkirin
Li Hesekê nêzî 3 milyon litre mazot hatiye belavkirin
Li Hesekê nêzî 3 milyon litre mazot hatiye belavkirin
Li Hesekê nêzî 3 milyon litre mazot hatiye belavkirin
Li Hesekê nêzî 3 milyon litre mazot hatiye belavkirin
Li Hesekê nêzî 3 milyon litre mazot hatiye belavkirin
8 tîrmeh, 2024   06:17
HESEKÊ

Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê yê kantona Cizîrê ji nîvê Gulanê ve dest bi belavkirina mazotê germkirinê li welatiyan kiriye. Her malbatek 300 litre mazot bi hezar û 200 lîreya sûriyeyê werdigire.

Li gorî endama rêveber a Nivîsgeha Germkirinê ya Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê Şînda Elî, tîmên belavkirina mazotê destpêkê li taxên başûr dest bi belavkirinê kirin. Ji ber ku li wan herêman mîna Xiwêran û Zihûr zexteke mezin heye, her wiha mazot li taxên bakurê mîna Kelase û Nasire hatin belavkirin.

Komîteyê di belavkirina mazotê de stratejiyeke nû da destpêkirin, ew jî lêkolînkirina rewşa pêdiviya herêman, veqetandina mîqdara guncaw û aktîvkirina kartan û piştre dest bi belavkirina mazotê kir.

Şîna wiha domand: "Heta niha me li 13 hezar û 563 kartan mazot belav kiriye û 9 hezar malbatan sûd wergirtiye. Bi giştî heta niha 2 milyon, 700 hezar litre mazot hatiye belavkirin."

Şîna wiha li gotina xwe zêde kir: "Piştî belavkirina mazotê li bajêr, dê tîmên me berê xwe bidin gundewaran ku astengiyên par derbas bikin."

Şîna di dawiyê de got dê zêdetirî 130 hezar malbatên li Hesekê sûdê ji mazotê wergirtin û dê li gorî hewcedariyê were zêdekirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salane mazota sobeyan û germkirinê li welatiyên herêmê belav dike.

(fr)