ˊLi dijî sûcên Îranê, pêwîstî bi hevgirtineke xurt a jinan heyeˊ

Fernaz Etiye destnîşan kir ku serhildana jinan li rojhilatê Kurdistanê û Îranê cûreyek ji cûreyên berxwedana li hemberî pergala zordest a li dijî jinan e. Fernaz got pêwîstiya jinên li Îranê bi hevgirtineke xurt heye ku daxwazên xwe pêk bînin.

ˊLi dijî sûcên Îranê, pêwîstî bi hevgirtineke xurt a jinan heyeˊ
22 tebax 2024   06:20
NAVENDA NÛÇEYAN
CÛDÎ ÎSMAÎL

Der barê sûcên li dijî jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, aktîvîsta siyasî çalakgera siyasî Dr. Fernaz Etiye destnîşan kir ku rejîma Îranê ji wan rejîman e ku herî zêde bi tundiya li ser jinan û çewisandina wan tê naskirin.

Fernaz Etiye diyar kir ku salane gelek jinên li Îranê tên qetilkirin û gef li wan tên xwarin. Ev rêje jî her ku diçe zêdetir dibe. Sedema vê jî hişmendiya baviksalarî, adet û kevneşopiyên nebaş e. Bi navê şeref û cilûbergan gelek jin tên qetilkirin.

Jin li hember biryara dawîn a rejîma Îranê ya darvekirina çalakger Şerîfe Muhemedî, çalakgera parastina mafên jinan û rojnamegera Kurd Pexşan Ezîzî hêrseke mezin nîşan didin.

Fernaz Etiye destnîşan kir ku rejîma Îranê ji bo ku desthilatiya xwe li ser jinan ferz bike ol û şerîeta Îslamî ji xwe re dike bihane û got: "Rejîma Îranê ji tevgera jinan ditirse. Ji ber ku tevgera jinan, li ser paşxaneya qetilkirina ciwana Kurd Jîna Amînî li dijî dewletê derketin. Bi wê re wê serhildanê li cîhanê deng veda."

Bi hezaran jinên di girtîgehên Îranê de tên îşkencekirin. Lê tevî wê jî wan dev ji daxwaz û mafên xwe bernedan û serî ji rejîmê re netewandin. Fernaz Etiye der barê mijarê de wiha domand: "Îradeya jinên li Îranê xurt e. Îradeyeke wiha ye ku dikarin mafên xwe ji nav pencên rejîma Îranê bistînin û azadiya xwe ya aborî, siyasî û civakî jî bi dest bixin. Nexasim jinên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê. Tevî hemû zehemtiyan dîsa jî ew li ber xwe didin."

Fernaz Etiye wiha li gotina xwe zêde kir: "Ji ber wê jî tiştê ku jinên Rojhilatê Kurdistanê û Sûriyeyê pêk tînin li hember desthilata zordest berxwedaneke mezin e û dê bi serkeftinê tacîdar be. Hemû sûcên qetilkirin, îşkence, binçavkirin û darvekirinê îradeya jinan têk nebir, berovajî wê îradeya wan xurttir kir û hişt jin têkoşîna xwe bi îsrareke mezintir bidomînin."

Fernaz Etiye bang li jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku bi vê îradeyê têkoşîna xwe bidomînin da ku mafên xwe bi dest bixin û hêza zordest a Îranê têk bibin. Her wiha diyar kir ku pêwist e jinên wir koordîneya xwe bi tevgerên jinan ên cîhanê re xurt bikin da ku piştgiriyeke zêdetir a cîhanî wergirin.

(mh)

ANHA