ˊHerî dawî kengê hevdîtin bi Rêbertî hatiye kirin eşkere bikin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji Wezareta Edaletê re got Rêber Abdullah Ocalan sûdê ji mafên xwe digire, wiha got: "Eşkere bikin, herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin."

ˊHerî dawî kengê hevdîtin bi Rêbertî hatiye kirin eşkere bikin
30 nîsan, 2024   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinên malbatê û parêzeran pêk bên di 7'ê Kanûna 2023'an de serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê dabûn. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bersiva serlêdanê da û îdia kir ku Rêber Abdullah Ocalan ê 38 meh in tu agahî jê nayên girtin sûdê ji mafên xwe digire.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî li ser medyaya dijîtal ji bo bersiva wezaretê wiha got: "Em bang li Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dikin ku eşkere bikin herî dawî kengî li Îmraliyê hevdîtina malbatê û parêzeran çêbûyeve."