Qanûna Dabeşkirina Îdarî guhertinên îdarî çêkirin

Qanûna Dabeşkirina Îdarî ku duh hat erêkirin, di pergala îdarî ya herêmê de guhertin çêkirin.

Qanûna Dabeşkirina Îdarî guhertinên îdarî çêkirin
30 nîsan, 2024   21:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Qanûna Dabeşkirina Îdarî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh di rûniştina 98'an a Meclisa Gelan de hat erêkirin.

Qanûna bi hejmara 6-2024'an, ji 5 madeyan pêk tê.

Tevahiya qanûnê wiha ye:

Beşa yekemîn

Dabeşkirina îdarî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê:

Made 1

1- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 7 kantonan Cizîrê, Dêrazor, Reqa, Firat, Minbic, Efrîn- Şehba û Tebqa pêk tê.

2-Kanton, ji bajar, bajarok, gund, mezre û yekîneyên niştecihan pêk tê.

3- Bajar, ji navenda bajar, bajarok, gund, mezre û yekîneyên niştecihan ên girêdayî wê pêk tê.

4- Bajarok, ji navenda bajarok, gund, mezre û yekîneyên niştecihan ên girêdayê wê pêk tê.

Made 2

Yekîneyên îdarî ji mezre, gund, bajarok, bajar û bajarên mezin pêk tên. Li gorî hejmara şêniyan e wiha ne:

1- Mezre: Her kombûna avahiyên niştecihan e ku hejmara niştecihên wê ne zêdekirî 100 kesî be.

2- Gund: Her kombûna avahiyên niştecihan ku hejmara wan ji 101 heta 5 hezar kesî ye.

3-Bajarok: Her kombûneke niştecihan e ku hejmara niştecihên wê ji 5 hezar û 1 yek kesî heta 35 hezar kesî ye.

4- Bajar: Her kombûneke niştecihan e ku hejmara niştecihên wê ji 35 hezar û 1 kesî heta 200 hezar kesî be.

5- Bajarê Mezin: Her kombûneke niştecihan e ku hejmara niştecihên wê zêdekirî 200 hezar kesî be.

Beşa duyemîn

Dabeşkirina îdarî ya her kantonekê

Made 3

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 7 kantonan; Cizîrê, Dêrazor, Reqa, Firat, Minbic, Efrîn –Şehba û Tebqa pêk tê. Kanton ji  û ew jî ji bajar û bajarokan pêk tên.

1-KANTONA CIZÎRÊ:

a- Bajarên Mezin Hesekê û Qamişlo

b-Bajar: Dêrik, Girkê Legê, Tibespiyê, Çilaxa, Til Hemîs, Ebû Cirin, Amûdê, Hedadiyê, Şedadê, Ebdan, Til Temir, Mergede, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Zirgan.

C-bajarok: Abrê, Kêşkê, Erûr, Mistefawiyê, Tenûriyê, Êndîwar, Girê Şêra, Xanaserê, Til Koçer, Hîlwe, Ebû Firi, Maşûq, Til Ehmed, Girê Fatê, Xirbet El Bîr, Çaxirbazar, Tobiz, Sinciq Sadûn, Til Beyder, Sefiya, Semîhan, Xerbî, Til El Hemdî, El Esêbix, Hol, Tiwênê, Um Hicêra, Buheyret, El Xatûniyê, Erîşa, Çiyayê Kizwan, Til Emîr, Til Kerem(Sêgir), Qêrewan, Xas, Girbawî, Ceza, Ukaz, Til Mecdel, Til Birak.

2-KANTONA DÊRAZORÊ:

a-Bajar: Kîsra, Cezrat, Siwer, Besîra, Hecîn.

b-Bajarok: Seiwe El Hermoşiye, Bisêtîn, Herêciye, Sebhe, Ebû Xeşeb, Muwêlih, Cinêne, Kuber, Mihêmîdiyê, Hîsan Cidêd Igêdat, Şihêl, Zîban, Teyane, Şeife Keşkiye, Ebû Hemam, Sûse, Baxoz, Xeranîc.

3-KANTONA REQA:

a-Bajar: Kerame, Hewes, Hezîme.

b-Bajarok: Esediyê, El Ekrêşî, Ritle, Selhebiye, Gedîran, Hikumiye, Reqa Semra, Qehtaniye, Cidêdat, El-galta, Tişrîn, Merzaa El-Reşîd, Hemrat, Kîsrat.

4-KANTONA FIRAT:

a-Bajar: Sirîn, Qenaya, Qadiriye, Eyn Îsa, Girê Spî.

b-Bajarok: Şêran, Til Xezal, Remale, Bênder, Çelebiye, Taşlûk, Curin, Hîşe, Silûk, Belek.

5-KANTONA MINBIC:

a-Bajar: Ebû Qelqel, Muhtereq

b-Bajarok: El-Heyyê, El-Farat, Til Hozan, Yasitî, Erîma.

6-KANTONA EFRÎN – ŞEHBA:

a-Bajar: Raco, Cindirêsê, Mabeta, Şera, Şiyê, Şehba, Til Rifet.

b-Bajarok: Şêrawa, Meydankê, Meydana, Beidîna, Bilbilê, Ehrezê, Fafîn, Ehdas, Kefernaya.

7-KANTONA TEBQA:

a-Bajar: Tebqa, Mensûra, Curniye

b-Bajarok: Siwêdiyê, Sefsafe, Semsedîn, El-Bo Asî, Hemam, El-Mehmûdlî.

Beşa sêyemîn:

Nûkirina yekîneyên îdarî:

Made 4

1-- Meclisên gel ji bo nûkirin, diyarkirina sînorên navendan û navên mezre, gund, bajar, bajarokên mezin pêşniyar dike. Meclisên gelan ên kantonan pêşniyarê erê dike.

2-- Pêşniyar ji hêla Meclisa Gelan a kantonê  vê tê kirin. Di vê rewşê de divê meclisên gelan ên yekîneyên îdarî yên têkildarî erê bikin û dûre Meclisa Gelan a kantonê biryarê bide.

Made 5

Qanûna dabeşkirina îdarî ku ji aliyê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye erêkirin ji dîroka derxistina wê ve dikeve pratîkê.

(fr)