ˊCivakê bi baweriya gerîla ya serketinê serî hilda û li ber xwe daˊ

Jinên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê diyar kir ku li hember tevahî êrişên qirkirinê berxwedana hêzên gerîla civak ji xewê şiyar kir û piştgiriya xwe ji vê berxwedanê re heta bidawîkirina êrişan û tacîrdarkirina wê bi serketinê anî ziman.

ˊCivakê bi baweriya gerîla ya serketinê serî hilda û li ber xwe daˊ
10 tîrmeh 2024   02:35
QAMIŞLO

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên kîmyewî û firehbûna wan êrişan li herêmên din ên Başûrê Kurdistanê zêde bûn. Dagirkeriyê bi tevkariya PDKˊê bendên nû danîn ku hebûna hêzên gerîla û têkoşîna wan bi dawî bikin. 

Jinên bajarê Çilaxa yê Kantona Cizîrê di çarçoveya civîna Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de piştgiriya xwe ji têkoşîn û berxwedana HPGˊê li Herêmên Parastinê yên Medyayê re li hember tevahî êrişan anî ziman. Selamat Remo uslûmba jiyan û rêbaza têkoşîn û baweriya wan bi serkeftinê ku guhartineke mezin di civakê de kir silav kir.

Selamat wiha domand: "Çalakiyên hêzên gerîla em li hember doza Kurdî şiyar kirin û di me de hêviya berxwedan û têkoşînê zindî kir."

Selamat tevkariya PDKˊê bi artêşa Tirk a dagirker re şermezar kir û bi derexlaqî û xiyaneta mezin li dijî gel, keç û xortên wî yên di oxira azadiyê de tê dikoşin, wesif kir.

Her wiha Meyade Remedan hebûna hêzên gerîla bi hebûna gelên li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn ve girê da û got: "Gerîla di oxira em jiyaneke azad û rûmet bijîn de li ber xwe didin. Hevgirtina gel bi berxwedana gerîlayan re dê êrişan têk bibe. Em ji keç û xortên xwe yên gerîla bawer in ku dê planên qirkirinê têk bin."

Li aliyekî din jî Firyal Qesûm anî ziman ku xebata pêşxistina civakê ku di oxira wê de serî hilda û tê koşiya bi têkoşîna gerîla û baweriya wan bi serkeftinê dest pê kir û hîna ev heta roja îro dewam dike. Firyal got tu kes nikare vê têkilî û girêdanê bişikîne, ji ber bi hêz û israr hev du xurt dikin û bi vê îsrarê dê berdewam bike.

Firyal wiha dawî li gotina xwe anî: "Em tu êrişên li dijî hêzên me qebûl nakin. Em ê heta têkbirina dijmin û avakirina welatekî tê de ewlehî misoger be li qadên berxwedanê bin."

(bh/fr)

ANHA