Xelkê Qamişlo li dijî êrişan meşeke girseyî li dar xist

Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê meşeke girseyî li dar xist.

9 tîrmeh, 2024   21:53
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo bi tevlêbûna endamên hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û sedan xelkê Qamişlo meşeke girseyî li dar xist. 

Meş ji Çerxerêya Sonî ya bajarê Qamişlo dest pê kir û heya Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo dom kir.

Di meşê de pankaratên bi zimanê Kurdî û Erebî, “Bi rihê berxwedana gerîla em ê xiyanet û dagirkeriyê têk bibin”, “ji xiyanetê re na”, “bijî berxwedana gerîla”, “gerîla hebûna me ye”, “bijî berxwedana Metîna-Avaşîn” û alên KCK’ê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Piştî ku girseya meşê gihîşte Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo, ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtin girt. Li wir li ser navê Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo Mahsûm Hesen daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de berxwedana gerîla hat silavkirin û hat destnîşankirin ku dijminê gelê Kurd çiqasî faşîst û zordar jî be, wê gel li ber xwe bide û ji mirinê jiyanê biafirîne.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê têk çûye. Tevî dagirkerî bi hemû çek û teknîka pêşketî êrişan pêk tîne, lê li hember berxwedana gerîlayan bi bin ket.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe, bi tevkariya PDKˊê çeteyan li Başûrê Kurdistanê bi cih dike û hewl dide tevahî herêmê dagir bike.

Di daxuyaniyê de bang li gelê welatparêz ê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî kiryarên PDK’ê ku bi dewleta Tirk a dagirker re tevkariyê dike, helwestê xwe nîşan bide.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel û hikumeta Iraqê jî hat kirin ku li hember planên dewleta Tirk a dagirker ên derxistina tevliheviyê di nava gelên Ereb û Kurd de helwestên xwe nîşan bidin.

(bm)

ANHA