`Tirkiye siyaseta qirkirinê li dijî gelê Sûriyeyê dimeşîne`

Berdevkê Meclisa Eşîrên El Bûkemalê ya Dêrazorê Selah El Selman got: "Sûcên li dijî penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê û herêmên dagirkirî têne kirin, berdewama siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e."

`Tirkiye siyaseta qirkirinê li dijî gelê Sûriyeyê dimeşîne`
10 tîrmeh 2024   03:45
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Li hember êrişa 2 nijadperestên Tirk li dijî penaberên sûriyeyî li Tirkiyeyê, sûriyeyî aciz bûn. Nemaze ku desthilata Tirk li hember nijadperestiya li dijî sûriyeyiyan tiştek nekir.

Li herêmên dagirkirî xwepêşandan li dijî siyaseta dewleta Tirk li dar ketin, lê belê dagirkeriyê bi guleyan êriş xwepêşandêran kir û di encamê de 6 kes li Efrînê û 1 li Cerabluslê hatin kuştin.

Nijadperestên Tirk vê dawiyê zarokê sûriyeyî Hemûd Hemdan El Nayif ê ji bajarokê Dehle yê rojhilatê Dêrazorê li Tirkiyeyê qetil kir. Cenazeyê zarokê kuştî 5`ê Tîrmehê li bajarokê hate veşartin.

Têkildarî mijarê berdevkê Meclisa Eşîrên El Bûkemal a Dêrazorê Selah El Selman diyar kir ku rûdanên li herêmên dagirkirî, nijadperestiya desthilata Tirk rave kirin û got: "Kîna desthilata Tirk li Sûriyeyê û xelkê wê hişt ku sûcên qetilkirin, penaberkirin û koçberkirin, talankirina mal û milkên sûriyeyiyan pêk bîne."

El Selman wiha domand: "Dagirkirin, wêrankirin û guhertina demografiya herêmên Sûriyeyê, berdewama terora dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyeyê ye."

El Selman diyar kir ku êrişa li ser penaberên sûriyeyî û tevnegerîna desthilatên Tirk li hember sekinandina van êrişan li dijî pîvanên mirovahiyê û rûmeta mirov in. Desthilata Tirk bi zanabûn vê stratejiyê dimeşîne ji bo ku berjewendiyan xwe bi dest bixe û herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike û gelê Sûriyeyê qir bike.

El Selman bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên NY`yê, hêzên destwerdana aloziya Sûriyeyê kirine, rexne kir û got: "Ew berpirsên mîna van kiryaran in. Êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina penaberên sûriyeyî, sûcên li dijî mirovahiyê ne û divê hesab ji desthilata Tirk bê xwestin."

El Selman di dawiyê de bang li gelê Sûriyeyê, pêkhateyên wî kir ku li hember artêşa Tirk a dagirker hevgirtî bin û bi rêxistinên navneteweyî, civata navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê re koordîneyê bikin ji bo ku rê li pêşiya qirkirinê bê girtin.

(şx)

ANHA