ˊBi erêkirina Amerîka, Tirkiye êrişî Sûriye û Iraqê dikeˊ

Gerînendeyê Navenda Lubnanê ya Lêkolîn û Şêwiran Hesan Qutib diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi erêkirina Amerîkayê ya veşartî ye û Rûsya jî ji dagirkirina Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk ve sûdwar e.

ˊBi erêkirina Amerîka, Tirkiye êrişî Sûriye û Iraqê dikeˊ
24 adar 2024   06:34
NAVENDA NÛÇEYANB
RANIYA UBÊD

Ji 6 salan ve û bêyî tu bersivdayînekê, dewleta Tirk ji bakurê Sûriyeyê ve dest bi dagirkirina xaka Sûriyeyê kir; herêma Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û li wan herêman wêranî pêk anî, bi hezaran welatî koçber kirin, mal û milkên welatiyan dizîn û bi sedan qetil kirin.

Di teqînên mayîn û erebeyên bombebarkirî, di bin îşkenceyê, bombebarana asîmanî û topbaran de 668 welatiyên Efrînî, di nav de 97 zarok û 88 jin şehîd bûn.

Her wiha zêdetirî 8 hezcar û 729 welatî hatin revandin. Heta roja îro dewleta Tirk sûcên xwe dewam dike, qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike û hesab tune ye.

Li Başûrê Kurdistanê, Kurd di zulm û zordariyê re derbas dibin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser jiyana welatiyan xeterî ye, dibe sedema koçberiya bi hezaran welatiyan. Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker plan dike ku êrişeke bejahî ya nû û fireh li Başûrê Kurdistanê pêk bîne. Her wiha berpirsên tirkan, piştî gelek serdanên li Bexda û Hewlêrê daxuyand ku êrişan li dijî Başûrê Kurdistanê pêk bînin.

ˊTIRKIYE JI HEBÛNEKE KURDISTANÊ YA AZAD METIRSÎDAR Eˊ

Dewleta Tirk a dagirker ji hebûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditirse û îdia dike ku pêkanîna wê gefan li ewlehiya neteweyî û yekitiya xaka wê dixwe, her wiha ji çi pêşketineke Kurdan li Başûrê Kurdistanê ditirse ku ew yek li Bakurê Kurdistanê jî çêbe. Her tim wê yekê dike hincet ku êrişên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê rewa bike.

Gerînendeyê Navenda Lêkolîn û Şêwiran Hesan Qutib der barê vê yekê de ji ajansa me re axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide yekitiya herêmên Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parçeyên din ên Kurdistanê çênebe. Ew yek di encama peymana Sykes-Picot de hatin parçekirin û bi salan e li ser parçekirin û lawazkirina wê dixebitin."

Qutib diyar kir ku hikumeta Şamê çav ji dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ji hêla dewleta Tirk ve, ruxmî dijberiya wê ya aşkera, digire.

Qutib wiha domand: "Destwerdana Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê û Iraqê der barê êrişên li dijî hebûna Kurdan de bi erêkirina Amerayî ya neaşkera ye. Rûsya ji destwerdana dewleta Tirk li Sûriyeyê werdigire, ji ber li qada Sûriyeyê hevrik e, da ku hevsengiyekê ji hebûna Îran û Tirkiyeyê re çêke, bi taybet piştî şerê Ukraynayê, ku êdî pêdiviya wê pê heye ku xurdemeniyan hinarde bike."

Qutib wiha pê de çû: "Rûsya ji vê dagirkeriyê sûdê werdigire, da ku hin hevsengiyan bi Îranê re di aliyê siyasî de bi rêya milîsên wê li Iraq, Sûriye û Lubnanê çêke."

Qutib diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dibîne dagirkeriya wê ya berdewam ji herêmên bakurê Sûriyeyê û Iraqê re firehkirina zindîkirina neteweya Tirk û serweriya wê ya siyasî li herêmê ye.

Qutib anî ziman ku rejîma Tirkiyeyê bi belavkirina ruhê tirkî Kurdan teşwîqî dijminatiyê dike, rêzê ji çand, şaristanî û rola Kurdan re heta ji mafên wan ên rewa re nagire.

Hesan Qutib wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê civata navneteweyî dewleta Tirk a dagirker şermezar bike û wê nîşane bide ku qanûnên navneteweyî û serweriya dewletan bin pê dike û zextê lê bike ku bêyî şert û mercan vekişe. Ew jî vegera ewleh ya şêniyên bakurê Sûriyeyê û Iraqê pêk tîne. Divê tevahî kesên li herêmên dagirkirî bi cih bûne derkevin û diyardeyên guhartina demografîk ên li dijî nasnameya Kurdî rabin."

(fr)

ANHA