ʹArmanca komployê valakirina civakan ji îdeolojiya Rêbertî yeʹ

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li Helebê sîmpoziyomeke diyalogê li dar xist. Beşdarên sîmpoziyomê diyar kir ku armanc ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku tevgera rizgariyê têk bibin û bidawîkirina fikra wî ya bi armanca xurtkirina demokrasiyê di civakan de ye.

2 cotmeh, 2024   17:52
HELEB

Bi nêzbûna salvegera 26'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê sîmpoziyomeke diyalogê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li dar xist. Di sîmpoziyomê de bûyer û encamên komoloyê hatin nîqaşkirin.

Sîmpoziyom li hola Telêt Heleb a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar ket. Tê de endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Di serî de berdevkê însiyatîfê Menan Cafer behsa sedemên hûnandina komployê kir û got: "Rêbertî doza gelan da ser milê xwe û wî dizanibû ku qonax metirsîdar û stratejîk e, ji lew re wî çareseriyên li dijî hegemoniya împeryalîst a cîhanê derxistin."

Cafer bal kişand ser cûreyên êşkenceyê yên ku li dijî girtiyên siyasî tên meşandin, nexasim bêparhiştina girtiyan ji mafê hêviyê.

Piştre endama Komîteya Rêveber a Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê (KNK), profesorê Zanîngeha Dihokê û cîgirê serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Iraqê Kamûran Berwarî bi rêya dîmena vîdyo peyamek da.

Berwarî diyar kir ku armanc ji komployê ew e ku hêza şoreşgerî were têkbirin û civak ji îdeolojiya ku Rêbertî di sedsala 21'emîn de di nav gelên Rojhilata Navîn nexasim gelê Kurd de çandine, werin valakirin.

Nûnera Amazîxên Misrê ya Rêxistina Kongras a Amazîxî ya Cîhanî Emanî El Wişahî bi rêya dîmena vîdyo tev li panelê bû û piştgiriya gelê Amazîxî ji gelê Kurd re nîşan da.

Ji aliyekî din ve jî Semîl Mela yê ku ji Lubnanê hatiye û ji kesayetên di dema Rêber Abdullah Ocalan li Lubnanê bû, pê re bû axivî û got: "Rêbertî li şûna ku jiyana hevrêyên xwe, têkoşeran û Kurdistanê bixe xeteriyê tercîh kir ku jiyana xwe bixe xeteriyê. Ji lew re biryar da ku ji Sûriyeyê derkeve û berê xwe bide dewletên rojavayî. Li wir jî ji lîstikên wan ên qirêj nefilitî. Wan komplo li dijî wî pêk anî û radestî Tirkiyeyê kirin."

Piştre berdevka însiyatîfê Amina Xidro navê kesên ku li ser damezirandina Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Amazîxî îmze kirine xwendin. Navên wan wiha ne:

"Selîm Mela ku ji Lubnanê hatiye û dema ku Rêber Abdullah Ocalan li Lubnanê ew demekê pê re mabû, diyar kir ku dewletên rojavayî jî di komployê de hevkar in.

Fethî Nexlîfe - serokê Partiya Lîbya El Ume (Lîbo) û serokê berê yê Rêxistina Kongras a Amazîxî ya Cîhanî.

Xalid El Zîrarî - serokê Rêxistina Kongras a Amazîxî ya Cîhanî.

Aksel Bulebasî - şêwirmendê siyasî yê serokkomarê qebîleyên demokratîk û fermandarê Tevgera Diyarkirina Çarenûsa Qebîleyan (MAK).

Aklî Şeka - nivîsker û damezirînerê Rêxistina Ciwanên Îmohag a Navneteweyî.

Eyûb Ax Eşmed - serokê berê yê Rêxistina Îmohag.

Ehmed Doxe - cîgirê serokê partiya Lîbo.

Xelîlo Mihemed Hebîbo - nûnerê Amazîxên Nîjerê yê rêxistina Kongras.

Emanî El Wişahî - nûnera Amazîxên Misrê ya rêxistina Kongras."

Di dawiya panelê de daxuyanî ji aliyê Eyûb Ax Eşmed ve ji Fransayê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal li ser êşkenceya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û sûcên ku li dijî wî tên pêkanîn hat kişandin. Her wiha soza xebitîna Însiyatîfa Amazîxî ji bo pênasekirina doza Kurdî û doza Rêber Abdullah Ocalan ji gelê Amazîxî re û têkoşîna ji bo pêkanîn azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, hat dayîn.

(mh)