Îsraîlê li dijî taxa Mezê ya Şamê êriş pêk anî

Îsraîlê li dijî avahiyek li taxa Mezê ya Şamê êriê pêk anî. Di encamê de kuştî û birîndar hene. Hin agahiyan diyar kir ku ev êriş hewldana hedefgirtinê bû.

Îsraîlê li dijî taxa Mezê ya Şamê êriş pêk anî
2 cotmeh, 2024   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê da zanîn ku Îsraîlê li dijî avahiyekê li taxa Mezê ya Şamê êriş pêk anîn. Di encamê de welatî birîndar bûn, ji wan bi giranî birîndar in.

Her wiha, radyoya Sham FM ya xwecih diyar kir ku di encama êrişê de 2 kuştî û hin birîndar hene.

Malpera Sewt El Asimê da zanîn ku agahiyên heyî nîşan didin ku ev êriş hewldana hedefgirtinê bû.

Girêdayî wê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku Îsraîlê di nîvşeva duşem-sêşemê de li dijî cihekî ku 500 metreyan ji cihê ku îro hatiye hedefgirtin dûr e, êriş pêk anî.

(mh)