Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamê xwe Ehmed Ebdullah ku dema li ser erka xwe ya li Dêrazorê şehîd bû, aşkera kir û soza şopandina rêça şehîdan da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî aşkera kir
8 April, 2025   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamê xwe yê şehîd Ehmed El Ebdullah dema li ser erka xwe ya parastina xak û gelê xwe şehîd bû, aşkera kir. Ehemd El Ebdullah di 4’ê Nîsanê de gihîşt asta şehadetê.

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nav û paşnav: Ehmed El Ebdullah

Navê bav: Cemîl

Navê dayikê: Zehra

Cih û dîroka jidayikbûnê: Biir El Hilo-15.01.1999

Cih û dîroka tevlêbûnê: Dêrazor-17.10.2023.

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-04.04.2025’an.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd Ehmed El Ebdullah xwest û diyar kir ku ew ê şopdarê rêça şehîdan bin heta ewlehî û aştî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misgoer dibe.

(fr)

ANHA