‘Divê dewleta Tirk rêzê bide mafên qanûnî û mirovî’

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de girîng e û divê dewleta Tirk rêzê bide mafên qanûnî û mirovî.  

‘Divê dewleta Tirk rêzê bide mafên qanûnî û mirovî’
9 hezîran, 2026   02:35
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve hate nirxandin. 

Hevseroka Ofîsa PYD`ê ya bajarê Dirbêsiyê Dîlber Şemo got: "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir û hîna Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de ye. Tevgera Azadiyê ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelek gav avêtin lê belê hîna dewleta Tirk tu gav ne avêtine. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê em hîn zêdetir çalakî bikin û tê bikoşin.”

Her wiha hevserokê Ofîsa PYD`ê ya bajarê Dirbêsiyê Silêman Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk tu gav neavêtine û wiha pê de çû: "Gelê Kurd niha di pêvajoyeke hesas re derbas dibe. Divê Rêber Apo fîzîkî azad bibe û bi xwe pêvajoyê birêve bibe. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd derbasdar e. Ji bo hemû gelên herêmê derbasdar e. Hemû pêkhateyên herêmê divê hevbeş bijîn. Heke Rêbertî fîzîkî azad bibe dê aliyê siyasî ve gelek guhertin çêbin û yekitiya Kurdan çêbe.”

Endamê Ofîsa PYD`ê ya bajarê Dirbêsiyê Ehmed Silêman li dîrokê vegerî û wiha axivî: "Hêzên li dijî Tevgera Azadiyê di dîrokê de gelek rêveber û fermandarên ku partî û şoreşên Kurdan bi rê ve dibirin, kirin hedef. Rayedarên Tirkiyeyê jî dema ku Rêbertî girt, xwest Tevgera Azadiyê belav bikin û bandora Rêbertî li ser gelê Kurd nemîne. Lê belê fikir û ramanên Rêbertî li her çar parçeyên Kurdistanê û li tevahiya cîhanê belav bûn. Divê dewleta Tirk rêz bide mafên qanûnî û mirovî û Rêbertî fîzîkî azad bibe.”

(np)

ANHA