ˋKesên zimanê wê/wî heliyabe, hestên netewî tê de heliyaneˊ

KNK’ê bi boneya Roja Zimanê Kurdî bi hevkariya SZK’ê semînerek li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayîkê da, di semînerê de hat gotin ku kesên zimanê Kurdî tê de hatibe helandin, hestên netewî tê de heliyan e, divê tevayî Kurd xwedî li ziman derkevin.

ˋKesên zimanê wê/wî heliyabe, hestên netewî tê de heliyaneˊ
ˋKesên zimanê wê/wî heliyabe, hestên netewî tê de heliyaneˊ
ˋKesên zimanê wê/wî heliyabe, hestên netewî tê de heliyaneˊ
ˋKesên zimanê wê/wî heliyabe, hestên netewî tê de heliyaneˊ
ˋKesên zimanê wê/wî heliyabe, hestên netewî tê de heliyaneˊ
11 gulan, 2026   19:20
QAMIŞLO

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya Roja Zimanê Kurdî bi hevkariya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Rojavayê Kurdistanê semînerek li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayîkê da. Semîner li hola Burc a Qamişloyê pêk hat. Partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr, rêxistinên jin, mamosteyên Zanîngeha Rojava, endamên Meclîsa Ol û Baweriyan, endamên KNK û SZK’ê beşdarî semînerê bûn.

Semînerê bi kêliyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Semîner ji aliyê Endama Desteya Rêveber a KNK’ê Ebîr Hesaf û Berdevka SZK’ê Viyan Hesen ve hat birêvebirin.

Endamê KNK’ê Dr. Memo Ebdî û Endamê SZK’ê Dr. Deham Ebdulfetah semîner dan.

Endamê KNK’ê Dr. Memo Ebdî diyar kir ku niha zimanên cîhanî yên bi sedsalanin tên nivîsîn nikarin li ber globalbûna zimanên hegemon li ber xwe bidin û wiha got: “Gelo dê zimanê Kurdî çawa bikare li ber xwe bide. Zimanê Kurdî karî bi hezaran salan me biparêze, bi stran, lorîkên dayîkan em parastin. Lê gelo em dikarin layîqî wê zimanê bibin û xwedî lê derkevin. Kesên ku zimanê Kurdî tê de hatibe helandin, hestên netewî tê de heliyane. Ji bo wê jî ji tevgerên siyasî, saziyên civakî pêşxistina zimanê Kurdî jê tê xwestin.”

Dr. Memo Ebdî bal kişand ser nêzîkatiya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji bo zimanê Kurdî û wiha axivî: “Çima hikumeta demkî ji bo zimanê Kurdî got zimanek niştîmanî ye. Ji ber zimanê niştîmanî nayê wateya ku gelek xwedî doz be. Ji Kurdan tê xwestin ku ji bo ziman her tim di nava çalakiyan de bin û zexteke mezin li dewletê bikin ku mafê ziman qezenc bikin. Divê em bi hemû civînên bi dewletê re qala zimanê Kurdî bikin. Naskirina ziman girêdayî doza siyasî ya Kurdan e. Ji bo pêşxistina ziman sê gav pêwîst in; yek dewlet nas bike, ya duyemîn sazî û dezgeh aktîf bin û ya din jî xwedîderketina gel e. Ya girîng ne naskirina dewletê ye, ya girîng xwedîderketina li ziman e. Rêveberiya Xweser û SZK’ê kedek mezin ji bo pêşxistina ziman da, lê divê em û tevahî gel pê re bibin piştgir.”

Ebîr Hesaf da zanîn ku her roj zimanek li cîhanê dimire lê "em silav ji dayîkên Kurd re dişînin ku zimanê Kurdî vejand û nehêla tune bibe."

Dr. Deham Edulfetah jî dilxweşiya xwe ji bo xebatên ji bo zimanê Kurdî anîn ziman û wiha got: “Çima ziman? Tiştên niha em tê re derbas dibin metirsîdar e. Her tişt bi baweriyê ve girêdayî ye. Çiqas ji zimanê xwe bawer bin, ewqas dikarî pêş bixî. Evqas malbatên mezin hebûn, çima navê malbata Bedirxan derket. Ji ber bîr û baweriya xwe pê anî, her tiştê xwe fedayî pêşxistina ziman kir. Armanca ku bi pênûsê neyê nivîsîn, bi ser nakeve.”

Dr. Deham Ebdulfetah qala dîroka vejîna zimanên gelên weke Yahûdî kir û wiha axivî: “Divê em bawer bikin hebûna me zimanê me ye, dema ziman çû em ê jî têk herin. Dema tu axivî em ê bizanin tu kî yî. Dibe ku Rêveberiya Xweser kêmaniyên wê hebin, lê di ziman de pir xebat kir. Çîroka gelê Yahûdî anî bîra mirov.”

Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(bî-ha/fr)

ANHA