Xelkê Zirganê hewldanên tunekirina zimanê Kurdî şermezar kirin

Xelkê Zirganê rakirina nivîsên Kurdî ji ser tabloyên Koşka Dadê ya bajarên Hesekê û Qamişloyê şermezar kirin û diyar kir ku ew bi armanckirina tunekirina nasnameya Kurdî ne.

Xelkê Zirganê hewldanên tunekirina zimanê Kurdî şermezar kirin
Xelkê Zirganê hewldanên tunekirina zimanê Kurdî şermezar kirin
Xelkê Zirganê hewldanên tunekirina zimanê Kurdî şermezar kirin
Xelkê Zirganê hewldanên tunekirina zimanê Kurdî şermezar kirin
Xelkê Zirganê hewldanên tunekirina zimanê Kurdî şermezar kirin
Xelkê Zirganê hewldanên tunekirina zimanê Kurdî şermezar kirin
Xelkê Zirganê hewldanên tunekirina zimanê Kurdî şermezar kirin
11 gulan, 2026   18:58
HESEKÊ

Bi sedan xelkê bajarê Zirganê, mamoste û xwendekar bi armanca piştgiriya zimanê Kurdî û şermezarkirina rakirina nivîsên Kurdî ji ser tabloyên Koşka Dadê ya Hesekê û Qamişloyê meşek li dar xist.

Meş ji pêş Firneya Jin dest pê kir. Di meşê de pankartên "Zimanê Kurdî xeta sor e", "Zimanê Kurdî nasname û rûmeta me ye", "Em zimanê xwe biparêzin", "Bê ziman jiyan nabe" hatin hildan.

Meş li Çerxerêya Şehîd Dijwar veguherî mîtîngê. Dûre mamoste Rûken Mamo axivî û diyar kir ku zimanê Krudî ji bo gelê Kurd nasname, hebûn û rûmet e, tu kes nikare vê nasnameyê tune bike.

Rûken rakirina nivîsên Kurdî li ser tabloya Koşka Dadê ya li Qamişlo û Hesekê şermezar kirin.

Di dawiyê de Rûken destnîşan kir ku gelê Krud di dirêjahiya dîrokê de hebûn û çanda xwe bi têkoşîn û berxwedanê parastiye.

Meş bi diruşmên "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.

(fr)

ANHA