ˋFestîvala Wêjeyê daweteke çandî yeˊ

Nivîskar û wêjevanên Sûriyeyê yên ku di Festîvala 2’yemîn a Wêjeyê de beşdar bûne, kêfxweşiya xwe bi sardana bajarê Reqayê anîn ziman û festival bi daweteke çandî wesif kir.

ˋFestîvala Wêjeyê daweteke çandî yeˊ
21 mijdar, 2024   04:10
REQA
ENES MIHEMED

Desteya Çandê û Şûnwaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Festîvala 2’yemîn a Wêjeyê bi dirûşma “Wêje bi pênûsên Sûriyeyê” li Navenda Çandê ya bajarê Reqayê li dar xist. Di festîvalê de 51 nivîskar û wêjevanên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hundirê Sûriyeyê û mêvanên ji komara Misrê beşdar bûn.

Di bin siya vê festîvalê de, hemû nivîskar û wêjevan, dûrî qeydên ku krîza Sûriyeyê ferz kirine, li bajarê Reqayê kom bûn.

Ji wan nivîskaran, helbestvan Ruqeye El Necar a ji kantona Dêrazorê ku ji 14 salan ve helbestan dinivîsîne beşdar bû. Ruqeye El Necar destnîşan kir ku beşdariya wê di festîvalê de ji ber dirûşma wê ya ku nîşana yekbûnê dide bû.

Ruqeye El Necar destnîşan kir ku bûyer nasnameya çandî ya hevbeş a gelê Sûriyeyê nîşan dide, nasname jî bi çandê ne bi belgeyan ve girêdayî ye.

Ruqeye El Necar bang li her kesî kir ku şîretên pêşkêş bikin ku tecrûbeya xwe ya wêjeyê bi pêş bixe.

Ji beşdarên festîvalê, Beşar Kemûn ê ji bajarê Tertûsê ku ji biçûkaniya xwe de helbestvan dinivîse. Kemûn di festîvalê de 2 helbestên xwe xwendin.

Kemûn kêfxweşiya xwe ji ber nêzîkatiya erênî ya beşdaran û bêrîkirina xwe ji bajarê Reqayê re anî ziman.

Nivîskar Rîhab Heyder a ji bajarê Tertûsê jî ku ev cara yekê ye serdana Reqayê dike, kêfxweşiya xwe ji ber beşdarbûna di festîvalê de anî ziman û destnîşan kir ku pevguherîna tecrûbeyên çandî di navbera wêjevanên bajarên Sûriyeyê de, girîng e.

Di dawiya festîvalê de beşdaran nêrînên xwe bi hev re parve kirin û teqezî bi girîngiya girêdana çandî û hunerî di navbera Sûriyeyiyan de, da.

(mh/fr)

ANHA