`Ji bo bidawîkirina tundiyê divê hişmendiya civakê were bipêşxistin`

Jinên ji bajarê Eyn Îsayê kiryarên kuştina jinan şermezar kirin û bang li jinan kir ku ji bo rê li ber vê diyardeyê bê girtin, hişmendiya civakê bi pêş bixin.

`Ji bo bidawîkirina tundiyê divê hişmendiya civakê were bipêşxistin`
21 mijdar, 2024   07:10
EYN ÎSA

Jinên ji bajarê Eyn Îsayê der barê tundiya li ser jinan de axivîn. Jinan diyar kir tundî encameke serdestiya hişmendiya baviksalar e.

Nûme Hemade têkildarî mijarê got: "Jin di civakên me de, di bin barê gelek fişaran de dijî, çi ji hêla hevjîn anjî malbatê yan jî civakê ve. Ev rewş ji bo jinan astengiyan peda. Lewma divê jin bi hêz li hember vê rewşê li ber xwe bide. Jin bingeha malbat û civakê ye. Heke lawaz bibe, dê civaka me jî lawaz bibe û rûbirûyî kiryarên neyînî bê."

Nûme tekez kir ku divê hişmendî were bi pêşxistin, jin bi hêz û derfetên xwe bawer bike û li hember tundiya li ser tê kirin û binpêkirina mafên wê, bêdeng nemîne.

Naîle El Elî jî got: "Ji ber fişarên derûnî û madî, desthilatdariya mêr bi taybet li herêmê şer, tundiyê li civakê dike. Dijmin dixwaze em civakeke lawaz bin. Lewma jinan dike hedef. Ew dizane ku jin bingeha civakan in, heke lawaz bibe civak jî lawaz dibe. Bi hêza jinan civak bi pêş dikeve."

Ji bo bidawîkirina tundiyê Naîle bang kir ku hişyarî û zanebûna di civaka herêmê de were bipêşxistin.

Endama Kongra Star Hedla Hec Muslim jî ji kiryarên tundiyê hişyarî da û got: "Divê tevger û rêxistinên jinan ji bo bidawîkirina tevahî cureyên tundiyê kar bikin, hişmendiya berê ya malbatê û civakê biguherînin, sedemên tundiyê nas bikin û jê re çareseriyan deynin."

(şx/k)

ANHA