ˋEm li gorî şerê gel ê şoreşgerî tev bigerinˊ

Rêxistina HPCˋê ya bajarokê Xenamiyê yê bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku ew li dijî gef, parastina bajar û gundan li kêlek QSDˋê ne û bang li şêniyan kir ku li gorî şerê gel ê şoreşgerî tev bigerin.

ˋEm li gorî şerê gel ê şoreşgerî tev bigerinˊ
22 ÇILE, 2025   18:59
HESEKÊ

Rêxistina Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya bajarokê Xenamiyê yê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê li gundê Xas ê girêdayî bajarokê daxuyaniyek da.

Endamê HPCˋê li bajarokê Xenamiyê Hozan Meîş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin Sûriye û herêmên Rêveberiya Xweser di qonaxeke hestiyar re derbas dibin. Piştî 61 salan rejîma Baasˋê hilweşî, ji ber ku di pêkanîna guhartinekê ber bi demokrasiyê ve bi bin ket û daxwazên gelê Sûriyeyê bi cih neanîn. Li hemberî wê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê valahiya ji ber hilweşîna rejîmê derketiye firset kir û êrişên xwe li dijî herêmên Rêveberiya Xweser zêde kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî xelkê Efrîn û Şehba û Minbicê sûc pêk anîn û Rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li hember van sûcên li dijî Sûriyeyiyan tiştek nekir. Ji lew re kesên li hember van sûcan bêdengî nîşan dan nikarin parastina welatiyan bikin û ew ewlehiya xwe radestî wan nakin.

HPCˋê di daxuyaniyê de diyar kir ku QSDˋê ya ku ji pêkhateyên herêmê bi Kurd, Ereb, Ermen û Suryanên xwe pêk tê, hêza rewa ya parastina xakê û gel dike, ye. Bi saya van hêzan berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didome. HPCˋê jî bê dudilî piştgiriya QSDˋê dike û gelek encamên HPCˋê di eniyên şer de li kêlek QSDˋê û YPJˋê ne.

Her wiha hat destnîşankirin ku tevî hemû hewldanên têkbirina îstîqrariyê Rêveberiya Xweser modela azadî û berxwedanê ye û ew bi hemû hêza xwe parastinê dike.

Di dawiya daxuyaniyê de HPGˋê ya Xenamiyê bang li şêniyan kir ku ji bo parastina welat û siberojê li gorî şerê gel ê şoreşgerî tev bigerin.

(fr)

ANHA