Li Helebê merasîma xiyabî ya şehîd Berxwedan Serdem

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo gerîlayê HPGˋê şehîd Berxwedan Serdem ê ku di bersivdana êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû, merasîmeke xiyabî li dar xist.

22 ÇILE, 2025   18:32
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li Qada Şehîdên taxa Şêxmeqsûdê tev li merasîma xiyabî ya gerîlayê HPGˋê şehîd Berxwedan Serdem (Salih Mihemed) bûn. Gerîla Berxwedan Serdem di 25ˋê Tîrmeha 2024ˋan de di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Henan Gedro axivî û got: "Berxwedana ku şehîd Berxwedan û hevrêyên xwe ji bo avakirina welatekî azad, demokratîk, pirrengî û nenavendî raber kirine, berxwedaneke herî mezin e. Her wiha berxwedana ku şervanên QSDˋê li Bendava Tişrînê jî dimeşînin wê bibe xala destpêkê ya rizgarkirina herêmên dagirkirî."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Helebê Ferhad Kobanê jî sersaxî da malbata şehîd û got: "Berxwedan êdî li tevahî qad û meydanan bûye diruşmeyeke me ya herî pêşîn. Em ê li kêlek gelên azad ji bo parastina projeya neteweya demokratîk li dijî dagirkeran tê bikoşin."

Apê şehîd Berxwedan, Cemîl Mihemed got: "Şehîd Berxwedan di oxira têkbirina koletiya rejîmên neteweperest ferz kiriye de berdêlên herî giran dan. Ji bo wê em ê heta bidestxistina azadî û edaletê li ser rêça şehîdên xwe bin."

Di dawiyê de merasîma şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA