ˋDi êrişa dijî Tişrînê de 5 welatî şehîd bûn û 40 jî birîndar bûnˊ

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di van 2 rojên dawîn de, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bendava Tişrînê, 5 welatî şehîd û 40 jî birîndar bûn.

ˋDi êrişa dijî Tişrînê de 5 welatî şehîd bûn û 40 jî birîndar bûnˊ
16 ÇILE, 2025   19:27
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê li Bendava Tişrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de banga rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bendavê û hedefgirtina ambulansan hat kirin. Her wiha di daxuyaniyê de hejmara welatiyên ku îro û duh ji ber êrişên dagirkeran şehîd û birîndar bûne hat aşkerakirin.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya kantonê Ezîze Îbrahîm daxuyanî da.

Di daxuyaniya desteyê de hat gotin ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bendava Tişrînê û welatiyên ji bo parastina bendavê berê xwe dane bendavê û hedefgirtina ambulansan de 5 welatî şehîd bûn û nêzî 40 welatî jî birîndar bûn. Her wiha birînên hejmarek welatiyan giran in û ji ber hedefgirtina dagirkeran ji ambulansan re nikarin wan rakin nexweşxaneyan.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hedefgirtina Bendava Tişrîn û ambulansan binpêkirina tevahî qanûn û peymanên navneteweyî ye û li ser wî esasî bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku li hember van sûcan bi erkên xwe rabin.

(fr)

ANHA