Şandeya QSDˋê bi Mesûd Barzanî re hevdîtin kir

Endamê Polîtburoya PDK’ê Hoşyar Zêbarî aşkera kir ku şandeya Fermandariya Giştî ya QSDˋê bi serokê PDKˋê Mesûd Barzanî û gelek rêveberên PDKˋê re li Hewlêrê hevdîtin kir.

Şandeya QSDˋê bi Mesûd Barzanî re hevdîtin kir
Şandeya QSDˋê bi Mesûd Barzanî re hevdîtin kir
Şandeya QSDˋê bi Mesûd Barzanî re hevdîtin kir
16 ÇILE, 2025   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di navbera şandeya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), serokê PDKˋê Mesûd Barzanî û gelek rêveberên PDKˋê de hevdîtin pêk hat.

Şandeya QSDˋê ji Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mazlûm Ebdî, endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn û endamê Meclisa Fermandariya Giştî ya QSDˋê Luqman Xelîl pêk hat.

Serokê PDKˋê Mesûd Barzanî û gelek rêveberên PDKˋê şandeya QSDˋê pêşwazî kir.

Endamê Polîtburoya PDK’ê Hoşyar Zêbarî li ser Xˋê ev agahî da: "Îro li Hewlêrê di navbera serok Mesûd Barzanî û Fermandarê QSDˋê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hevdîtinek pêk hat. Ew hevdîtin ji bo xurtkirina yekitiya Kurdî gaveke mezin e."

Girêdayî mijarê, Zêbarî spasiya hevalbend û dostên ku piştgirî dane, kir.

Her wiha şandeya QSDˋê bi rêya telefonê bi serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.

Beriya du rojan jî nûnerê Mesûd Barzanî Dr. Hemîd Derbendî gihîşt Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mazlûm Ebdî re civiya.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di hevdîtina ku ji çapemeniyê girtî pêk hat de, Derbendî peyama Mesûd Barzanî ragihand. Hat gotin ku di peyamê de behsa girîngiya hevkariya Kurdan a li hemberî zehmetiyên ku li Sûriyeyê tên jiyankirin hatiye kirin.

Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mazlûm Ebdî jî li ser girîngiya parastina destkeftiyên Kurdan, pêkanîna aramiya li herêmê rawestiya û diyar kiribû ku di vê demê de pêwîst e di navbera hemû partiyên Kurd de hewldanên hevpar hebin.

(fr)