ˋDev ji biryara rakirina nivîsên bi Kurdî ji ser tabloyan berdinˊ

Li bajarê Hesekê çalakiyên ji bo redkirina rakirina nivîsên bi zimanê Kurdî ji ser tabloyên saziyan çalakiyên xwe didomin û got zimanê Kurdî beşek ji nasname û fedekariyên şehîdan e, dev ji biryara rakirina nivîsên Kurdî berdin.

ˋDev ji biryara rakirina nivîsên bi Kurdî ji ser tabloyan berdinˊ
ˋDev ji biryara rakirina nivîsên bi Kurdî ji ser tabloyan berdinˊ
ˋDev ji biryara rakirina nivîsên bi Kurdî ji ser tabloyan berdinˊ
ˋDev ji biryara rakirina nivîsên bi Kurdî ji ser tabloyan berdinˊ
ˋDev ji biryara rakirina nivîsên bi Kurdî ji ser tabloyan berdinˊ
10 gulan, 2026   19:52
HESEKÊ

Gelê Hesekê ji biçûk û mezin li pêşiya Koşka Dadweriyê çalakî kir. Gel rakirina nivîsên bi zimanê Kurdî ji ser tabloya Qesra Edlî şermezar kir.

Di çalakiyên de komên hunerî stranên bi zimanê Kurdî gotin, dîlan hatin gerandin.

Di çalakiyê de dayikan diyar kir ku zimanê Kurdî nasname û rûmeta wan e û ew dev ji zimanê xwe piştî salên dirêj ên têkoşînê bernadin.

Dayikan got, "Zimanê Kurdî bi fedakariyên şehîdan hatiye parastinê, paşguhkirina wê nayê qebûlkirin. Em ê heta tesbîtkirina nivîsên Kurdî li ser tabloyên hemû saziyan çalakiyên xwe bidomînin."

Çalakvanan da zanîn ku zimanê Kurdî ji dîrok û çanda herêmê ye û bang li aliyên eleqedar kir ku dev ji biryara rakirina nivîsên Kurdî ji ser tabloyan berdin.

(fr)

ANHA