Leyla Arzu Îlhan: YPJ temînata parastina jinan û civakê ye

Endama Koordînasyona Meclisa Îstar Leyla Arzu Îlhan anî ziman ku hebûna YPJ’ê di nava artêşa Sûriyeyê de dê bibe temînata parastina hebûn û vîna jinan û civakê û got "Sûriyeyeke ku hêza YPJ'ê di nav de nebe dê nekare xwe ji hişmendiya DAIŞ’ê rizgar bike û wê ji bo tu kesî jî ne ewle be.”

Leyla Arzu Îlhan: YPJ temînata parastina jinan û civakê ye
11 gulan, 2026   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN
BÊRÎVAN BEYAR

Endama Koordînasyona Meclisa Îstar a Jinan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rusem Cûdî ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan têkildarî girîngiya beşdarbûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di nava sazûmaniya Wezareta Parstinê de ji ANHA’yê re axivî.

‘YPJ'Ê HÊZA TÊKOŞÎNA JINAN E’

Leyla Arzu Îlhan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser keda YPJ'ê di parastina jinan û mirovahiyê de û got: "YPJ hêviya bilindkirina têkoşîna jinan a ji bo azadiyê ye. YPJ ne tenê ji bo jinên Rojava-Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hemû jinên Kurd û heta ji bo hemû jinên ciwan ên li hember pergala zilamperest tê dikoşin bû hêza parastina îradeya jinan. Bi hebûna YPJ’ê re jinan û her kesî dît ku hebûna jinan di nava hêzên parastinê de xwedî girîngiyeke çi qas mezin e. Ji ber ku YPJ’ê ji her kesî re da nîşandan ka jin di nava parastina civakê de xwedî roleke çawan in, ji ber vê yekê dirûşma “Jinên bedew zilamên gemarî bi bin xistin” çebû. Ev ne tenê wek dirûşmeyekê ye, bû hêvî û hêza jixwebawerbûna jinan a di têkoşîna azadiyê ya li hember pergala desthilatdar de. Her jina ku li hember pergala desthilatdar a zilamperest têkoşînê dide meşandin, xwe di nava YPJ’ê de dît û YPJ wek hêza parastina xwe hesiband. Her kesî dît ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de çawa jin bûn hêza parastinê û bi hêza jinan çawan çeteyên DAIŞ’ê bi bin xist. Her kesî hêza bibandor a YPJ’ê dît, ji ber vê yekê ye hêzên bermahiyên DAIŞ’ê ne, ji hêza YPJ’ê ditirsin û hewl didin vê hêzê tune bihesibînin.”

Leyla Arzu Îlhan li ser nêzîkatiyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya qebûlnekirina statuya YPJ'ê  jî got: “Hikumeta demkî hewl dide di kesayeta YPJ'ê de jinan bê bandor bike. Ji ber hişmendiya zilamperest ji hêza jinan ditirse. Hêza jinan li pêşiya pêşveçûna zîhniyeta xwe astengiya herî mezin dibînin. Ji ber pergala desthilatdar a zilamperest li ser tunehesibandina îrade û hêza jinan û civakê dikare xwe bide berdewamkirin. Çawan ku di dîrokê de li ser berhemên jinan diziya xwe kirin, hêz û hemû destkeftiyên jinan ji dest girtin û ew berhemên jinan li hember jinan dan bikaranîn, heya ewladên jinan kirin dijminên jinan, îro jî ji jina bihêz, birêxistinkirî û ya bûye xwedî hêza parastinê ditirsin, da ku careke din wan bê hêz û bê îrade bikin. Ya ku niha hikumeta demkî ya Şamê dike nûnertiya vê hêza desthilatdar a zilamperest e. Hişmendiya niha li Şamê ne tenê ji hêza leşkerî ya jinan ditirse, di heman demê de ji hêza wan a birêxistinkirî, ya ku di nava civakê de hatiye pejirandin, ya ku bûye îradeya xwerêvebirin, parastin û tayînkirina jiyana xwe ditirisin. Ew hêzên hişmendiya zilamperest baş dizanin ger jin bi hêz bin, xwedî îrade bin, wê nekarin xwe li ser civakê bidin ferzkirin. Ji ber vê yekê hewl didin bi têkbirin û qebûlnekirina hêza parastina jinan hemû rengên jinan û îradeya jinan qebûl nekin. Ji ber ku YPJ ne tenê hêzeke leşkerî, bi hêza xwe ya leşkerî hêza parastina vîna jinan û civakê ye.

Ji destpêka dîrokê heya roja me ya îro jinan di hemû qadên jiyanê de li hember hêzên desthilatdar têkoşîn daye meşandin. Her wiha di qada leşkerî de jî jinan di parastina civakê de rol leyîstine. Wek jinên Amazonê yên şerker ku li hember pergala desthilatdar a dewletperest li ser bingehê hişmendiya jiyana komînal xwe rêxistin kirine û di qada leşkerî de ji bo parastina civakê û nirxên civakê rol leyîstine. Van jinên şerker li ser vê xaka Mezopotamyayê bûne hêza parastina jiyana komînal li hember hişmendiya serdestparêz. Dema em temaşeyê dîroka Kurdistanê û têkoşîna civaka Kurd dikin em dibînin ku gelek jinan ji bo parastina xaka xwe û nirxên civaka xwe di warê rêxistinî, çandî, hunerî û leşkerî de rol leyîstine. Lê cara yeke me ku li ser vê xakê dibin pêşengiya tevgera Azadiya gelê Kurd ya ku bi keda Rêber Apo û hezaran şehîdan di kesayeta YPJ’ê de jinên Kurd weke hêzeke xweser di nava hêzên leşkerî yên parastinê de cih girtine û erka parastina civakê hilgirtine. Bê guman ev hebûna jinan di nava parastinê de ji bo hemû jinan bûye çavkaniya hêz û moralê. Ji ber vê yekê ji bo me jinan YPJ’e ne tenê hêzekî leşkerî ya jinan ne YPJ’e hêza parastina hebûn û îradeya jin e. Îro jinên Kurd pêşengiya hişmendiya “Jin Jiyan Azadî” dikin û ev hişmendiya “Jin Jiyan Azadî” ji bo hemû jinên tîkoşer dibe hêza têkoşînê. Ev hêza ji YPJ’ê hatiye bidestxistine. YPJ’e misogeriya parastina destkeftiyên şoreşa Rojava ye. YPJ’ misogeriya bilindkirina têkoşîna azadiyê ya jinan e.”

Leyla Arzu Îlhan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku qebûlnekirina YPJ’ê ya di nava ji nûve avakirina Sûriyeyê de dê bibe sedema ku tu pirsgirêkên gelên Sûriyeyê çareser nebin û ev nirxandin kir: "Qebûlnekirina hêzên YPJ’ê qebûlkirina hişmendiya xwînmij û reşbîn a DAIŞ’ê ye. Ji ber vê yekê pêngava piştgiriya bi YPJ'ê re gelekî girîng e. Divê tevahî jin xwedî li vê pêngavê derkevin û ji bo bihêzkirin û encamgirtina vê pêngavê di nava têkoşînê de bin. Ji ber ku hebûna YPJ’ê di nava artêşa Sûriyeyê de dê bibe temînata parastina hebûn û vîna jinan û civakê.

'YPJ JI BO HEMÛ JINAN DIBE HÊZA PARASTINÊ'

Leyla Arzu Îlhan piştgiriya xwe bi YPJ'ê re anî ziman û ev li gotinên xwe zêde kir: “Wek jinên Wargeha Şehîd Rustem Cudî-Mexmûr, em hebûna YPJ’ê wek hebûna xwe dibînin. Em baş dizanin YPJ ne tenê hêza parastina jinên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, di heman demê de ji bo hemû jinan dibe hêza parastinê. Lewre em bang li hemu jinan û civakê dikin ku ji bo mayîndebûna YPJ’ê di nava têkoşînê de bin. Sûriyeyeke ku hêza YPJ'ê di nav de nebe dê nekare xwe ji hişmendiya DAIŞ’ê rizgar bike û wê ji bo tu kesî jî ne ewle be."

ANHA