ˋDaxuyaniya Sendîkaya Parêzerên Şamê kîndariyê teşwîq dikeˊ

Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê sûriyeyê daxuyaniya "Sendîkaya Parêzerên Şamê" rexne kir û diyar kir ku "Ew daxuyanî tehrîdkirina kîndariyê teşwîq dike û beşek ji tevna neteweyî ya Sûriyeyê bi îxanetê tohmetbar dike".

ˋDaxuyaniya Sendîkaya Parêzerên Şamê kîndariyê teşwîq dikeˊ
28 kanûn, 2025   21:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Yekitiyê diyar kir ku ew pabendiya xwe bi yekitiya Sûriyeyê xak û gelê wê dubare dike, gotinên di daxuyaniya Sendîkaya Parêzerên Şamê de hatine kirin red dike û da zanîn ku ew daxuyanî derketina ji rêya lihevkirinên îmzekirî û provokasyona li ser gotinên kîndarî û parçebûnê ye.

Yekitiyê bi boneya cejna sersalê û Noelê gelê Sûriyeyê pîroz kir û hêvî kir ku aştî û ewlehî ji bo tevahî Sûriyeyên li seranserî erdnîgariya sûriyeyê misoger bibe.

Yekitiyê destnîşan kir ku di çarçoveya planên hedefgirtina yekitiya Sûriyeyê hem hikumet, hem rêveberî hem jî gelê wê de ev daxuyaniya Sendîkaya Parêzerên Şamê hat dayîn. Ev yek binpêkirina lihevkirina 10ˊê Adarê ye.

Di daxuyaniya yekitiyê de hat diyarkirin ku Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşek ji Sûriyeya pirreng a nenavendî ye û helwestên wê her tim ji bo pêşxistina danûstandinê li gorî bendên lihevkirî û di bin çavdêriya aliyên garantor û Koalîsyona Navneteweyî de ye.

Yekitiyê diyar kir ku xîtaba Sendîkaya Şamê xîtabeke taîfî ye û tehrîdê li ser kîn û neferê dike.

Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li Sendîkaya Parêzerên Şamê kir ku xîtabek layiq bikin û pabendî bendên lihevkirinê bin û parastina yekitiya pîşeyî û tevna neteweyî ya Sûriyeyê bikin.

(fr)