’Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şertê serxistina pêvajoya aştiyê ye’

Şêniyên bajarê Çilaxa diyar kir ku dewleta Tirk heya niha der barê banga Aştî û Civaka Demokratîk de tu gavên şênber neavêtiye û got, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şertê bingehîn ê serxistina pêvajoya aştiyê ye.

’Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şertê serxistina pêvajoya aştiyê ye’
29 kanûn, 2025   06:20
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji ajansa me re girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vegot ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye kirin, vegotin.

Şêniyê bi navê Zehredîn Hacî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna aştiyê gelek însiyatîf ragihand û gavên cidî avêtin, PKK’ê ji bo piştgiriya vê bangê gavên dîrokî li pêşiya raya giştî ya cîhanê û navneteweyî avêtin da ku zemîna guncaw ji diyalogan re biafirîne.

’BÊYÎ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ AŞTÎ ÇÊNABE’

Hacî destnîşan  kir ku dewleta Tirk li bermaberî gavên ku Rêber Apo û PKK’ê avêtine tu gav neavêtiye û wiha domand: "Helwesta desthilata Tirk hîna ne zelal e û tu gav ji bo başkirina mercên diyalogan û çareserkirina dosyaya maf û azadiyan neavêtiye. Lê li şûna vê destwerdanê li kar û barên navxweyî yên Sûriyeyê dike û li pêşiya serxistina peymana 10’ê Adarê dibe kelem. Ev yek nakokiyên di helwesta wê ya siyasî û ewlehî ya der barê pêvajoya aştiyê de aşkera dike."

Hecî bang li desthilata Tirk kir ku bi cidiyeta nêzî banga aştiyê bibe, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan rake û azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne. Hecî di dawiya axaftina xwe de got: "Azadiya fîzîkî ya Rêbertî şertê sereke yê serxistina pêvajoya aştiyê ye. Bêyî azadiya wî ya fîzîkî em bi tu aştiyan razî nabin."

Şêniya bi navê Robîn Yûsif destnîşan kir ku Tirkiye di niyeta xwe ya pêkanîna aştiyê de ne cidî ye û ev yek di daxuyaniyê wê û neavêtina gavan de piştrast dibe. Robînê bi bîr xist ku gavên ku di vî aliyê de hatine avêtin, hewldanên PKK’ ê û bangên domdar ên Rêber Abdullah Ocalan in.

Robîn Yûsif îşaret bi vê yekê kir ku destwerdanên dewleta Tirk li Sûriyeyê, bi taybetî di peymanên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de, her wiha hewldanên wê yên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de bêcidiyeta wê di pêkanîna aştî û aramiyê de nîşan dide.

Robînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şertekî bingehîn û cewherî ji bo serxistina pêvajoya aştî û avakirina civakeke demokratîk e.

Jine bi navê Ezîme Rustem jî destnîşan kir ku dewleta Tik di hewldanên pêkanîna aştî û demokrasiyê de ne cidî ye û ev li gotinên xwe zêde kir "Dewleta Tirk hewl dide demê qezenc bike da ku mercên siyasî yên herêmî li gorî berjewendiyên xwe biguherîne. Lê ev nêzîkatiyên wê dê bihêle ku Tirkiye derfeteke dîrokî ji bo aştiyeke mayînde û edaletê ji dest bike. Divê desthilata Tirk gotinên xwe pêk bîne, rêzê bide daxwazên ên aştî û bidawîanîna li serdema şeran."

Ezîme Rûstem di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku siberoja pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û serxistina vê pêvajoyê jî girêdayî asta amadehebûna Tirkiya ya ji bersivdayîna daxwaza gel a rakirina tecrîdê û rawestandina siyasetên ku aloziyên hundirîn û herêmî kûrtir dikin e.

(b)

ANHA