ˊEnqere û Bexdayê li ser ewlehî û enerjiyê dan û standinan dikinˊ

Wezareta Karên Derve ya dewleta Tirk a dagirker da zanîn ku berpirsên Tirkiye û Iraqê sibe li Bexdayê dicivin da ku li ser enerjî, ewlekarî û parastinê nîqaş bikin.

ˊEnqere û Bexdayê li ser ewlehî û enerjiyê dan û standinan dikinˊ
13 adar, 2024   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya dewleta Tirk a dagirker Öncü Keçeli di civîneke çapemeniyê li Enqereyê de diyar kir ku wezîrê karên derve Hakan Fîdan, wezîrê berevaniyê Yeşar Guler û serokê îstixbarata Tirk Ibrahim Kalin dê bi hevpîşeyên xwe yên Iraqê re li Bexdayê di "lûtkeyeke ewlekariyê" de bicivin.

Keçeli destnîşan kir ku di civînê de li ser veguhastina petrolê di navbera Tirkiye û Iraqê de dê nîqaş bên kirin.

Keçeli da zanîn ku dê berpirs hevkariya di saktorên gaz û enerjiya nûjenkirinê de jî û serdana Erdogan ji bo Bexdayê di bihara bê de nîqaş bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berpirsên Tirk ji destpêka îsal de bi dehan car serdana Iraq û Hewlêrê kirin.

Hemwextî domandina tevgera dîplomasî, di raporan de tê diyarkirin ku hikumeta Tirk dixwaze Iraqê bixe nava şerekî li dijî tevgera azadiya Kurdistanê û di demeke nêzîk de operasyoneke berfireh a dagirkirina herêma Başûrê Kurdistanê bi giştî dest pê bike.

(mh)