Li Sûriyeyê jin mexdûrên binpêkirinan in û aliyekî çareseriyê ne - HÊVÎDAR XALID

Li Sûriyeyê jin mexdûrên binpêkirinan in û aliyekî çareseriyê ne - HÊVÎDAR XALID
14 adar 2024   04:41

Aloziya Sûriyeyê kete sala xwe ya 14’an, lê hîna êşên gelên Sûriyeyê ku ji ber siyasetên alî û hêzên herêmî û navneteweyî yên dest di dosyaya Sûriyeyê werdidin, dewam dikin. Di encamê de li şûna ku çareserî werin dîtin, alozî her ku diçe kûrtir dibe. Êdî li her devereke ser vê erdnîgariya qedîm çîrokên êş û azaran hene. Di her malekê de, di her çadirekê de û li her bajarekî çîrokên trajedîk hene.

Sûriye ku di dirêjahiya dîrokê de dergûşa şaristaniya mirovahiyê bû, niha bûye navenda terorê ku li cîhanê belav dibe.  Sûriye ji bo hêzên mezin ên mîna DYA û Rûsyayê bûye navenda diyarkirina hesaban.  Bûye meydana domandina şerê ji bo berjewendiyên aborî, leşkerî û siyasî, bûye meydana herkîna xwîna sivîlan. Di serî de jin û zarok, tevahî beşên civakê ji ber vî şerê ziyan dît ku bû sedema mirin, koçberkirina bi sed hezaran kesî û xisarên mezin ku digihêjin bi milyaran dolaran.

Li herêmên cuda di encama şerê dijwar de bi deh hezaran zarokan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran sêwî man û hejmareke mezin ji cih û warê xwe bûn. Bi hezaran zarokên din jî ji ber êrişên hewayî û bejahî astengdar bûne. Ji ber şerên di navbera gelek aliyan de, di serî de hikumeta Şamê, dewleta Tirk a dagirker, dîsa jî "muxalefeta Sûriyeyê" û aliyên din ên destekê didin wan, welat bûye qada binpêkirinên xeternak ên mafên mirovan.

Tevî ku rewşa jinan beriya aloziya Sûriyeyê ya ku di sala 2011’an de baş nîn bû jî, lê berdêlên mezin ên şer didin.

Partiya Baasê piştî ku gihaşt ser desthilatê, bi hêza tundiyê welat kir meydana pêkanîna armancên xwe yên malbatî. Partiya navborî ji siyaseta ku her ji mafên herî biçûk ên jiyanê bêpar hiştine, her tişt xiste xizmeta malbata Esed û alîgirên wê. Lê gel birçî ye û bi îşkence, windakirina bi darê zorê, girtin û gefan rû bi rû ye.

Dema ku em behsa van pêkanînan dikin, divê em siyasetên girtin û binçavkirinê yên ku dezgeha ewlehiyê ya partiya serdest dimeşîne, ji bîr nekin. Dema kesek were girtin ne mimkun e ku were naskirin ka çi lê hatiye, ya teqez û yekane ew e ku aqûbeta wî/ê mirin e. Derketina ji girtîgehên vê partiyê ne mimkun e.

Li herêmên di bin serweriya rejîma Baasê yan jî yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ku ji aliyê kesek desthilatdar û pergaleke totalîter vê tên birêvebirin, karê siyasî zehmet e. Bi salan xebata siyasî ya jinan û beşdarbûna wan di qadên din jî hat qedexekirin û ji mafên wan bêpar hatine hiştin. Her wiha tundî li jinan dihatin kirin û hîna jî tê kirin. Heta niha jin ji ber siyasetên desthilata ku tevahî serweta welat kontrol kiriye, zehmetiyên aborî dibînin. Biryarên ku her caran ji aliyê hikumetê ve tên dayîn jî, di serî de zirarê dide jinan. Mûçeyên hikumetê 13 dolar derbas nake, kiriya xaniyan û bihayê pêdiviyên bingehîn zêde ne.

Bi aloziya domdar a Sûriyeyê re, di gelek malbatan de jin bûne sermiyan û bi zehmetî debara malbatê bi cih tînin. Ev hemû encamên siyasetên hikumetê ne ku ji bo parastina desthilatê gel talan dike.

Helbet şert û mercên jinan li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne ji herêmên di bin kontrola dewleta Sûriyeyê de cuda nin e. Polîtîkayên guhertina demografî ku Tirkiye dimeşîne, herî zêde bandorê li jinan dike. Li kêleka van polîtîkayan, revandin, lêdan, talankirin û dizî bê navber dewam dikin. Ev pêkanînên ku bi awayekî sîstematîk tên meşandin rih û hebûna jinan dike armanc. Di girtîgehên çeteyan de jî sûcên herî hovane û pêkanînên dermirovî li jinan tên kirin.

Li bajarê Idlibê yê di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam a terorîst (Cebhet El Nusra) de, li deverên giştî û cihên kar û girtîgehan de pêkanînên herî giran li jinan tên kirin. Ji van pêkanînan zêdetir rewşa debarê xirab e. Xwepêşandanên rojane li bajar û gundewarên Idlibê tên lidarxistin berketa li hemberî kiryarên El Nusrayê ye, lew ra ji jinan tê xwestin ku li hemberî van kiryaran rabin.

Rewşa jinên li Efrîna dagirkirî ji rewşa li herêmên din baştir nîn e. Li dijî jinên li Efrînê kiryarên derexlaqî û êrişên zayendî têne kirin, lê civaka navneteweyî çavan li van sûcan digire. Li gorî rapora meha Tebaxa 2023’yan a Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, di 5 salên dagirkirinê de zêdekirî hezar jin hatin revandin, 99 jin hatin qetilkirin û li dijî 74 jinan jî tundî hat kirin.

Di rapora duşema aborî  ji aliyê Komîteya Lêkolînan a Têkildarî Sûriyeyê ve derketî de, hate diyarkirin ku êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dighêjin asta sûcên şer in. Di raporê de hate bibîrxistin ku hedefkirina stasyonên enerjiyê û bêparhiştina mîlyon kesî ji av û ceyranê li dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî ne.

Di rapora Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya bi boneya Roja Jinan a Cîhanê hatibû amadekirin de hate aşkerakirin ku ji sala 2011’an ve zêdekirî 16 hezar jin ber şer hatine kuştin.

Di nîşaneya demokrasiyê ya sala 2023’yan ya li ser asta  cîhanê de, Sûriye li paş e û bi pileya 1.43 di rêza 163’yan de ye.

Pêwîstiya Sûriyê bi çareseriyeke siyasî heye û jin dikarin rêgeha çareseriyê bi rêve bibin, nemaze ku gelek beyannameyên çareseriyê ji aliyê jinan ve hatin ragihandin. Ruxmî tevahî êriş û siyasetên dijber em dibînin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan xwe bi rêxistin kirine, pergala nû û jiyaneke nû ya li dijî pergala baviksalar a serdest ava kirine. Li vê herêmê jinan şoreşeke rasteqîn damezirandine. Pergala ku avakirine jî ji tevahî aloziyan re çareserî ye. Tevî êrişên qirkirin û sûcên şer ên li dijî jinan têne kirin jî jin têkoşîna xwe ya ji bo pêkanîna armancên xwe didomînin. Li vir em dikarin balê bikişînin ser rola çalak a jinên sûriyeyî ya di xwepêşandanên li parêzgeha Siwêdayê  de ku bi banga hilweşandina rejîma Esed, avakirina sîstemek navendî û pêkanîna birayara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî ya çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê tên lidarxistin.

Ji bo dawî li alozî û êşên jinên sûriyeyî werin, di heman demê de ji bo ku bi beşdariya tevahî aliyên Sûriyeyê, di serî Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Koordînasyona Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) çareseriyeke siyasî pêk were, divê jin hevgirtina xwe xurt bikin û xebateke hevpar bimeşînin. Her du saziyên jinan ên navborî ku diyalogên navxweyî esas digirin xwedî projeyeke nîştimanî û nêrîneke rasteqîn ji aloziya Sûriyeyê  re ne. Li vir em dixwazin beyannameya çareseriyê ya ku par ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû pêşkêşkirin bi bîr bînin. Di beyannameyê de bi dehan bendên ku di serî de jinan xizmeta tevahî gelê Sûriyeyê dike hene.

(bb)