ˊBêrêziya li hember cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn binpêkirin eˊ

Çalakvan û lêkolînereke Sûdanî hişyarî li ser xeteriya sûc û binpêkirinên ku li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li dijî sivîlan têne kirin da û diyar kir ku bêrêziya li himber cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e.

ˊBêrêziya li hember cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn binpêkirin eˊ
13 ÇILE, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvan û lêkolînera ya pisporê dozên geşepêdan, siyaseta alternatîf û zayendê Sûdanî Naamat Koko diyar kir ku sûcên ku li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatine kirin û sûcê li hember cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e.

Naamat Koko destnîşan kir ku her axaftina li ser qonaxek veguhêz an rewatiya siyasî ji bo hikûmeta demkî ya Sûriyeyê divê di serî de li ser bingeha rêzgirtina mafên bingehîn ên welatiyan û misogerkirina wekheviya tevahî di navbera hemû pêkhateyên neteweyî û olî de be. Xîtaba çeteyên hikumeta demkî, ku olê ji bo rewakirina tasfiyeya fîzîkî bi kar tînin, prensîbên mirovî binpê dikin û bingehên dewleta sivîl a dadperwer ku îdia dikin ew "dixwazin ava bikin" têk dibe.

Di vê çarçoveyeyê de, Naamat diyar kir ku rola exlaqî û pîşeyî ya ragihandinê divê bibe bendek li dijî dîmenên tundûtûjî û kuştinê. Naamat anî ziman ku nîşandana dîmenan bêyî ku wan di çarçoveyek şermezarkirina eşkere ya li ser bingeha peymanên navneteweyî de bi cih bike, nakeve xizmetî rastiyê, lê ew beşdarî pêşxistina rewşek hilweşîna exlaqî û siyasî dike ku sûc rewa dike li şûna ku wê kontrol bike.

Li ser xeteriya bikaranîna "kuştina siyasî" di bin perdeya olî de Naamat Koko ev hişyarî da, ol ji van kiryarên sûcan bêpar e û bang li hemû aliyên navneteweyî û yên ku piştgiriyê didin van çeteyan kir ku berpirsiyariyên xwe hilgirin û rê nedin xîtaba siyasî ku olê reş dikin.

Çalakvana Sûdanî Naamat Koko di dawiya axaftina xwe de  got: "Sûcên ku çeteyên hikûmeta demkî li dijî jinan dikin binpêkirina mafên mirovan e. Ji lew re pêwîstî heye ku edalet û hemwelatîbûn bingehên sereke yên her guhertinek siberojê, dûrî siyaseta xwehêzkirina bi çekê û xîtabên radîkalî, be."

(ac/fr)

ANHA