‘Rêber Abdullah Ocalan destekê dide çareseriyên demokratîk û diyalogan’

Jinên ji kantona Reqayê diyar kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê bandoreke erênî li Sûriyeyê bike û rê li ber diyaloga di navbera pêkhateyan de û avakirina Sûriyeyeke demokratîk veke.

‘Rêber Abdullah Ocalan destekê dide çareseriyên demokratîk û diyalogan’
13 ÇILE, 2026   03:40
REQA
DÎMA MIHEMED

Jinên ji kantona Reqayê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û rola wî ya di çareserkirinê aloziya Sûriyeyê de vegot.

Şêrîn Qewas, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wek azadiya tevahî jinan nirxand û got: "Rêber Abdullah Ocalan yek ji ronakbîrên pêşîn e ku cih da rola rasteqîn a jinan û mafên wan ên bingehîn. Ji bo şikandina bendên ku civakê li ser jinan ferz kiribûn, tê koşiya."

Şêrîn Qewas diyar kir ku di dema rejîma Baasê de rola çalak a jinan tune bû û wiha domand: “Bi perwerde û semînerên bîrdozî yên li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî ya der heqê pirsgirêkên jinan de asta wê hişmendiyê bi pêş ket. Bi saya Rêbertî jinan rola xwe ya rasteqîn û girîngiya beşdariya wan di jiyana civakî û siyasî de nas kir."

Şêrîn Qewas di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hebûna Rêbertî û ramanên wî, hêz û îradeyê dide jinan ku bikarin li hemberî astengiyan bisekinin. Şêrînê bi bîr xist ku dema dagirkeriya DAIŞ a li herêmê jin bi temamî hatibûn paşguhkirin, nasnameya xwe û rola xwe ya civakî û mirovî ji dest dabûn, lê Rêveberiya Xweser rola jinan vegerandin û rê li ber wan vekir ku di hemû qadan de beşdar bin.

Emîra El Cuma jî got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza pêşîn a gel e û wiha domand: "Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê bandoreke erênî li Sûriyeyê bike û rê li ber diyaloga di navbera pêkhateyan de û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a li ser bingehê edaletê veke. Azadiya wî dê bibe gava esasî di rêya aştî û istiqrarê de."

Zehra El Hesen jî diyar kir ku jinên li kantona Reqayê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin û got Rêber Abdullah Ocalan ronakbîr e ku rêgezên aştî û jiyana hevbeş di nava gelan de bi pêş xistiye û di ramanên xwe de azadiya jinan wek bingeha azadiya civakê dinirxîne.

Zehra El Hesen di dawiya axaftina xwe de got: "Bêyî mîsogerkirina mafên jinan û azadiya wan pergaleke demokratîk a rasteqîn ava nabe. Daxwaza azadiya wî ji mijareke mirovî û bîrdozî wêdetir siyasî ye, ji ber ku banga çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi rêya diyalogan li şûna şeran, dike. Banga pêvajoya aştiyê dike."

(b)

ANHA