Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşên li ser Bendava Tişrînê rawestîne

Rêveberiya Xweser bang li hêzên navnetewyî kir êrşikên dagikeriya Tirkiyê û çeteyên wê li derdora bendava Tişrînê rawestînin û hişyariya kareseteke mirovî da eger bendav hilweşe.

Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşên li ser Bendava Tişrînê rawestîne
11 ÇILE, 2025   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî xeteriya li ser Bendava Tişrînê û zêdebûna metirsiyên hilweşîna bendavê ji ber topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê, peyamek pêşkêşî civaka navneteweyî kir.

Di peyama Rêveberiya Xweser de hate gotin: "Ji destpêka hilweşandina rejîma Esed di 8`ê Kanûna 2024`an de komên çete ku destekê ji dewleta Tirk digrin êrişî Bendava Tişrînê û derdora wê dikin. Balafirên şer û yên bê mirov herêmên derdora bendavê bombebaran kir. Di encama wê de şer di navbera Mecisa Leşkerî ya Minbicê, QSD`ê û komên bi navê Artêşa Sûrî ya Niştîmanî de derket. "

Her wia da zanîn ku "êrişên tund ku ji aliyê hêzên Tirkiyê û komên girêdayî wê ve têne kirin, metirsiya li ser ewlekariya dezgeha bendava Tişrînê zêde kiriye û dîsa metirsiyek rasterast li ser jiyana bi sedan sivîlan li herêmê çêkiriye. Em hişyariyê didin ku her êrişek li ser bendavê, yan hilweşîna wê, dê bibe sedema karestekê û rabûna lehiyên berferh, ziyanên mirovî yên mezin, wêrankirina binesaziy û ziyaneke mezin a jîngehê. "

Di payamê de hate tekez kirin ku "hilweşîna bendavê dê ne tenê bandorê li xelkê bike, lê dibe ku bandorên wêranker li ser tevahiya herêmê bike, di nav de binesaziya xizmetguzariyê û milkên giştî û taybet. "

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişand ser girîngiya destwerdana lezgîn û zextê li ser Tirkiyê ji bo "rawestandina kiryarên wê yên êrişkar û misogerkirina parastina jiyana sivîlan û navendên jiyanî". Her wiha daxwaza agirbesteke berfireh li seranserî xaka Sûriyeyê kir ji bo pêkanîna aştî û aramiyê. "

Rêveberiya Xweser di dawiya peyama xwe de hêvî kir ku civaka navnetewyî û hêzên di dosyaya Sûriyê de çalak in, der barê giraniya rewşa herêmê de hişyar bin. Her wiha banga rawestandina karesateke mirovî kir ku eger bendava Tişrîn hilweşe dê zirarê bide bi milyonan kesan.

(k)