ˈDi pêvajoya heyî de hevgirtina gelan girîn eˈ

Li bajarên Hol û Tirbespiyê bi armanca nirxandina geşedanên siyasî û leşkerî de, civîn ji gel re hatin lidarxistin. Di civînan de girîngiya hevgirtina pêkhateyan hate vegotin.

ˈDi pêvajoya heyî de hevgirtina gelan girîn eˈ
ˈDi pêvajoya heyî de hevgirtina gelan girîn eˈ
ˈDi pêvajoya heyî de hevgirtina gelan girîn eˈ
ˈDi pêvajoya heyî de hevgirtina gelan girîn eˈ
ˈDi pêvajoya heyî de hevgirtina gelan girîn eˈ
ˈDi pêvajoya heyî de hevgirtina gelan girîn eˈ
ˈDi pêvajoya heyî de hevgirtina gelan girîn eˈ
ˈDi pêvajoya heyî de hevgirtina gelan girîn eˈ
ˈDi pêvajoya heyî de hevgirtina gelan girîn eˈ
22 kanûn, 2024   15:27
HESEKÊ

Meclisa bajarê Holê yê kantona Cizîrê bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî civînek li dar xist. Şêniyên bajar, tevî rûspiyên herêmê û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de endamê Meclisa Giştî ya PYDˈê ya kantona Cizîrê Sebrî Efrîn rewşa siyasî nirxand.

Sebrî Efrîn bal kişand ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dike û got, dewleta Tirk a dagirker ku sûdê ji rewşa piştî ketina rejîma Esed û hewldanên avakirina hikumeta nû werdigire, hewl dide fitneyê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta nû ya Sûriyeyê de çêbike.

Sebrî Efrîn destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişên leşkerî û derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne û qadeke mezin a erdê Sûriyeyê dagir bike.

Sebrî Efrîn girîngiya xwedîderketina li projeya neteweya demokratîk vegot û wekî çareseriya herî guncaw ji aloziya Sûriyeyê re pênase kir. Sebrî li dijî êriş û gefên li ser herêmê jî banga pêşxistina yekitiya gelê Sûriyeyê kir.

Di civînê de îşaret bi hevgirtina gel, girîngiya diyaloga navxweyî û piştevaniya bi Rêveberiya Xweser re hat kirin.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Bajarokê Ebû Firai ya Tirbespiyê jî bi heman armancê civînek ji gel re li dar xist.

Di civînê de hevserokê Meclisa PYDˈê ya bajarê Tirbespiyê Ebdurehîm Hiso rewşa siyasî nirxand diyar kir ku bi saya hevgirtina gel herêm hatine parastin.

Ebdurehîm Hiso pêvajoya ku niha Sûriye tê re derbas dibe wekî ya herî girîng û xetere bi nav kir. Her wiha bi bîr xist ku êrişên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê dewam dikin.

Hiso destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyan wê hêviyên gel a avakirina Sûriyeke demokratîk bi cih bîne.

Şêniyan jî di civînê de nêrînên xwe anîn ziman, piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman û soza parastina destkeftiyan da.

REQA

Meclisa Giştî ya Bajarê Reqayê jî bi beşdariya bi dehan kesî civînek li navenda Meclisa Şehîd Hêlîn Cûdî li dar xist. Endamê Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Reqayê Xalid Berkel geşedanên dawîn şîrove kir.

Xalid Berkel diyar kir ku dewleta Tirk sûdê ji rewşa heyî ya li Sûriyeyê digire, hewl da dagirkeriya xwe berfireh bike, lê şervanên QSDˈê ku li hemberî planên wê yên dagirkeriyê disekine û li Bendava Tişrînê berxwedaneke lehengane raber dikin.

Xalid Berkel bi domdarî got "Tirkiye gefan dixwe û soza êrişan li ser bajarê Kobanê dide, lê me dibînin çawa zarokên me li Pira Qereqozaqê berxwedaneke efsûnî nîşan didin û nahêlin dagirker pêş de biçin û derbên giran li wan dixin. Tevê balafirên şer û yên bê mirov jî zarokên me di serketinê de bi israr in.

Beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman piştgiriya xwe bi QSDˈê re anîn ziman û xwestin komîteyên parastina taxan werin avakirin.

Xalid Berkel diyar kir ku QSDˈê li herêmê hêzeke rêxistinkirî ye wê bibe bingeha artêşa nû ya Sûriyeyê.

(bb) 

TIRBESPIYÊ

hol