Li Şedadê meşa piştgiriya bi QSDˈê re

Şêniyên bajarê Şedadê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSDˈê re nîşan dan.

Li Şedadê meşa piştgiriya bi QSDˈê re
Li Şedadê meşa piştgiriya bi QSDˈê re
Li Şedadê meşa piştgiriya bi QSDˈê re
Li Şedadê meşa piştgiriya bi QSDˈê re
Li Şedadê meşa piştgiriya bi QSDˈê re
Li Şedadê meşa piştgiriya bi QSDˈê re
Li Şedadê meşa piştgiriya bi QSDˈê re
Li Şedadê meşa piştgiriya bi QSDˈê re
Li Şedadê meşa piştgiriya bi QSDˈê re
22 kanûn, 2024   15:42
HESEKÊ

Meclisa Bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê ji bo piştevaniya bi QSDˈê re û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê meşek li dar xist. Di meşê de teqezî li ser yekitiya xaka Sûriyeyê hat kirin.

Tevî şêniyên Şedadê jî, şêniyên ji Erîşe û Deşîşe, endamên saziyên sivîl, meclis û komîteyên perwerdeyê beşdarî meşê bûn.

Şêniyan ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi meşê kir. Meş li pêşiya Parka Rêber Abdullah Ocalan veguherî mîtîngê. Li vir rêvebera Meclisa PYDˈê ya bajarê Şedadê Inûd El Hilo axivî û got "Herêmên me di rewşeke awarte re derbas dibin. Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst  çeteyên wê şerê hebûn û parastinê dikin. Em gelên vê herêmê bi israr û biryardarî ewlehiya herêmên xwe diparêzin."

Ji rêveberên PYDˈê Mihêdî El Dixêm jî jî piştgiriya gelê herêmê ya bi QSDˈê re vegot û got "Bi ketina rejîma faşîst re, em ketine pêvajoyeke nû. Ev pêvajo ji tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê yên ji bo welatekî yekbûyî fedakarî dane, derfeteke. Em teqez dikin ku em bi Sûriyeya yekbûyî ve girêdayî ne. Em parçebûnê qebûl nakin. Em hemû sûriyeyî ne."

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên "Yek e yek e yek e, gelê Sûriyeyê ye" û "Piştgirê me tenê QSDˈê ye" bi dawî bû.

(bb)

ANHA