Şêniyên Hesekê cenazeyê 2 şehîdan spartin axê

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên şehîd Ehmed Sultan û Ebdurehman El Eswed ên di berxwedana li hember êrişên li dijî Til Temirê de şehîd bûn, li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye spartin axê. Di merasîmê de nasnameya şehîd Ehmed El Hesen û Faris El Hesen hate eşkerekirin.

Şêniyên Hesekê cenazeyê 2 şehîdan spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê 2 şehîdan spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê 2 şehîdan spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê 2 şehîdan spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê 2 şehîdan spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê 2 şehîdan spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê 2 şehîdan spartin axê
22 kanûn, 2024   15:10
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê hesekê cenazeyê şehîd Şengal Hesekê (Ehmed Cebare El Sultan) û Qehreman Hesekê (Ebdurehman Ehmed El Swed) ên li herêma Aliya ya bajarê Til Temirê 19`ê Kanûnê şehîd bûn, li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye spartin axê. Her wiha nasnameya  şehîd Goran Serêkaniyê (Ehmed Şêxo) yê li Efrînê 7`ê Tîrmeha 2018`an şehîd bû û Cîger (Faris El Hesen) ê li Minbicê 7`ê Kanûnê şehîd bû, arşkere kir.

Bi sedan şêniyên bajêr û endamên saziyên sivîl, leşkerî û rêxistinên jinan tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Elî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Fatme wiha domand: "Em bejna xwe li hember malbatên şehîdan ditewînin ku ji bo ku em bi aştî û aramî bijîn, fedakariyên mezin kirin."

Fatme fedakariyên şehîdan silav kirin û soz da ku li ser şopa wan bin ta ku xewn û xeyalên wan ên azadiyê û rûmetê bi dest bixin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya kantona Cizîrê Dêrsim Hesekê axivî û got: "Şêniyên herêmê ev 13 sal in li hember dijmin li ber xwe dide ji bo ku yekitiya pêkhateyan û aştiyê biparêzin."

Dêrsim Hesekê destnîşan kir ku pergala kapîtalîst gelek caran hewl daye vîna Rêveberiya xweser û yekitiya pêkhateyan têk bibin lê bi saya fedakariyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şehîdan ev hewldan bi bin ket.

Dêrsim wiha domand: "Em ê li ser şopa şehîdan bin, herêmê û pêkhateyên wê biparêzin û li hember komployan bendeke asê bin."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulcîn Ehmê nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiyê de girseyê cenazeyên şehîdan spastin axê.

(şx/k)

ANHA