Îsraîlê li Quneytîrayê ciwan girt

Artêşa Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê ciwanek girt.

Îsraîlê li Quneytîrayê ciwan girt
13 nîsan, 2026   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê li gundê Riwêhîna yê Quneytîrayê ciwanek girt û sewqî baregeha leşkerî ya Ednaniye kir. Sedema revandina ciwanî û aqûbeta wî nayên zanîn.

Artêşa Îsraîlê li başûrê heman gundî bendek kontrolê nêzî nuqteya hêzên Neteweyên Yekbûyî de danîbû, piştî demekê vekişiya baregehên xwe yên li Colanê.

(bb)